Li Enqereyê platforma avhewayê ava bû 2019-09-05 16:34:58   ENQERE - Ekolojîstên ku li seranserê Cîhanê xwe li dijî qeyrana avhewayê bi rêxistin dikin, li Enqereyê Platforma Avhewayê ava kirin. Platform piştgirî bide çalakiyên ku dê di navbera 20-27'ê Îlonê de li seranserê Cîhanê bên li dar xistin.    Ekolojîst, di çarçoveya Greva Cîhanê ya ku dê di navbera 20-27'ê Îlonê de li dijî qeyrana avhewayê li seranserê Cîhanê bê lidarxistin, li Enqereyê hatin gel hev. Rêxistinên mîna Ankara Infoshop, Ankara Save Movement, Platforma Ankara Veganê, Greenpeace, Haytap, Berxwedana Çiyayêkazê, Berxwedana Hewran a ODTU'yê, Solfasol û Komên Partiya Kesk a Çepgir tevlî civîna ku li Navenda Çandê ya Îrenê hat lidarxistin, bûn. Di civînê de armanc, prensîb, rêbazên Greva Cîhanê û çalakî û komên ku ji bo milê Greva Cîhanê ya Tirkiyeyê tevlî kampanya Paşeroja Sifir bûne, hatin nîqaşkirin.    Her wiha di civînê de agahiyên mijara sazgêriya planên meclisa herêmî, meclisa nûneran û meclisa neteweyî yên koma Tirkiyeyê ya EarthStrikeyê yên ji bo birêxistina Greva Cîhanê ya welat jî hat ragihandin.    Platforma ku weje Platforma Avhewayê ya Enqereyê hat binavkirin, ji niha şûn ve bi rêxistibûna platformê re pêşiya çalakiyên civakî yên mîna qeyrana avhewayê veke û bibe alîkarê çalakiyên ku hem herêmî û hem jî çalakiyên ku li seranserê cîhanê bên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de diyaloga nav saziyên ekolijî bi pêş bixe û helwesteke hevpar ava bike. Piştî civîna xwe ya yekemîn dê platform, bi sendîka, rêxistinên civakî, odeyên pîşesazî têkilî deyne û milê Enqereyê yên çalakiyên ku dê di navbera 20-27'ê Îlonê de li dijî qeyrana avhewayê, li seranserê Cîhanê bên lidarxistin, bi rêxistin bike.    Platforma Avhewayê ya Enqereyê armanc dike ku civîna xwe ya duyemîn jî bi awayekî berfireh dê di 7'ê Îlonê de li dar bixe.