Kordînasyona Heskîfê: 100 hezar mirov dê neçar bimînin koç bikin 2019-09-03 10:39:53     ÊLIH – Kordînasyona Heskîfê têkildarî rûxandina Bendava Ilisûyê ku dê bi xwe re bîne raporek amade kir û eşkere kir ku wê 100 hezar mirov neçar bimînin ji warê xwe koç bikin.    Pêşiya ava Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê ku nêzî navçeya Kerboranê ye hat girtin. Tê gotin wê ava bendavê Çemê Dîcleyê û Heskîfa dîrokî tune bike. Kordînasyona Heskîfê têkildarî Bendava Ilisûyê ku raporek ji 54 rûpelan pêk tê û bendavê rexne dike amade kir. Di raporê de hat gotin tu alternatîfa Dîcle û Heskîfê nîne û banga têkoşîna ji bo Heskîfê hat dubarekirin.    Di raporê de rûxandinên Bendava Ilisû dê bi xwe re bîne cih digire û hat gotin ji ber bendav xesarê dide dîrok û xwezayê sazî û dezgehên navnetewî bertek nîşan dane.    400 KÎLO METRE TUNE DIBE    Di raporê de hat diyarkirin dema pengardayîna ava bendavê temam bibe dê 136 kîlo metro bibe gol û bi qolên Dîcleyê re dê 400 kîlo metre cihê bi av di bin ava bendavê de bimîne.    100 HEZAR MIRVO DÊ KOÇ BIKE    Di raporê de behsa koçkirinê hat kirin û û balê kişandin ser koçberiya gundan a di salên 1990’an de. Di raporê de hat gotin dê Bendava Ilisûyê bibe sedema koçberiyek ji nû ve. Her wiha di raporê de hat gotin ku lêçûyîna bendavê nayê zanîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku wê li herêmê bêkarî jî dest pê bike û bibe sedema pirsgirêkên aborî yên welatiyan. Di raporê de hat diyarkirin ku alternatîfa Dîcleyê û Heskîfê nîne, bi wêrankirina dîroka 12 hezar salî ya Heskîfê re dê 100 hezar mirov neçar bimînin ji warê xwe koç bikin.    MA / Metîn Yoksu