Nobeta li Çiyayên Kazê di roja 39’emîn de: Hawirparêzan serlêdana sûc kirin 2019-09-02 16:41:25   ÇANAKKALE - “Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê ku li dijî şîrketa Kanadayî Alamos Gold a ji bo xebatên lêgerîna zêran bi hezaran dar jêkirin dest pê kir, di roja 39’an de berdewam dike. Hawirparêze û welatiyên li herêmê dijîn, serlêdana sûc kirin.    Li Çiyayên Kazê şîrketa Kanadayî Alamos Gold, ji bo xebatên lêgerîna zêran bi hezaran dar jêkirin. Li dijî vê qirkirina xwezayê di 26'ê Tîrmehê de "Nobeta Av û Wijdanê" dest pê kir û çalakî di roja 39’emîn de berdewam dike. Bi dehan welatiyên li bajar û navendên cuda dijî, çalakiya îro ziyaret kirin. Di dema serdanê de, çalakger heya deriyê ketina şantiya Alamos Gold meşiyan. Welatî û hawirhezan bê navber dirûşmeya “Her der Çiyayên Kazê ne, her der berxwedane” û “Ev hê dest pê kê, têkoşîn wê dewam bike” berz kirin.    Girseya ku heya demekê li ber şantiye çalakiya rûniştinê pêk anîn, derbasî navenda bajêr bûn û çûn ber Edliyê serlêdana sûc kirin. Welatî carek din vegeriyan cihê Balaban û dîsa nobeta xwe dewam kirin.    LI STENBOLÊ JÎ SERLÊDANA SÛC KIRIN    Li aliyê din li Stenbolê jî, parazvanên jiyanê û komên hawirhez çûn Edliya Çagalayanê, derbarê şîrket û berpirsiyaran de serlêdana sûc kirin. Dinava kesên serlêdana sûc kirin de, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Oya Ersoy û nûnerên sazî û dezgehên cuda hebûn.