Mudaxaleyî çalakgerên li dijî JES'ê kirin: Gelek kes binçavkirin 2019-08-26 13:42:04 MANÎSA - Eskeran mudaxaleyî çalakiya li diji Santrolên Enerjiya Jeotermal (JES) a li navçeya Salihlî tê avakirin, kirin û gelek kes binçavkirin.    Welatiyên li taxa Hacibektaşli ya Navçeya Salihlî ya Manîsayê dijîn, ji 2'ê Çileyê heta niha li dijî avakirina JES'ê ya ji aliyê Şîrketa SANKO ve tê avakirin di nobetê de ne. Welatî şev û rojê nobetê digirin û dixwazin li herêma wan JES neyê avkirin. Welatî 3 rojin destûr nadin ku xebatkarên fîrmayê bên herêmê û têkevin qada JES'ê. Eskeran xwest mudaxaleyî welatiyan bike. Welatiyan anîn ziman ku 3 TIR'ên aydî şîrketa SANKO  ketin qada şantiyeyê û agahî stendine ku di nava vê hefteyê de 45 TIR'ên din têkevn şandiyeyê. Eskeren hatin qadê karkerên şîrketê xistin bin parastinê û mudaxaleyî welatiyên ku li qadê nobetê digirin kirin. Endamên Platforma Derdorê ya Turgutlu (TURÇEP) têkildarî mijarê li herêmê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê girsê Prz. Seçil Ege Degerlî ani ziman ku JES li dijî hiqûqê tê avakirin û li gel vê yekê esker wê diparêzin û wiha got: "Hemû mudaxaleyê bêyî vîna gel li vir tên kirin li dijî hiqûqê ye. Em destûr nadin JES'ê li vir ava bikin. Dema daxuyanî didan polîsan êrîşî komê kir û gelek kes binçav kirin. Eskeran piştî binçavkirnê konê nobetê rakirin.