‘Çiyayê Kaz, Heskîf û Mûnzûr yên gelan in em lê xwedî derkevin' 2019-08-12 12:27:14   BALIKESÎR - Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay, beşdarî Nobeta Av û Wîcdanê bû û got: "Qetilkirina Çiyayê Kazê, ji qetilkirinên li Heskif û Mûnzurê pêk tên ne serbixwe ne. Em bi hevre têbikoşin û li wan xwedî derkevin."    Nobeta Av û Wîcdan a li dijî talankirin û wêrankirina Çiyayê Kazê ya li Çanakkaleyê di roja 18'an de berdewam dike. Piştî şîrketa Alamos Gold a Kanadayî li Çiyayê Kaz dest bi lêgerîna zêrê bi siyanar kir ji çar aliyên Tirkiye berzek bilind bûn û çalakiyên li dijî ve yekê berdewam dikin. Ekolojîst û derdorparêzên ku li dijî talankirina xwezaya li Gundê Kirazlî yê  Balabanê dest bi Nobeta Av û Wîcdan kirin çalakiya xwe berdewam dikin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê Serpil Kemalbay, nobedar ziyaret kir û piştrgiya xwe anî ziman. Kemalbay, di ziyaretê de diyar kir ku talankirina li Çiyayê Kazê pêk tê ji talankirina xwezaya Mûnzûr û Dêrsimê ne serbixwe ye û wiha got: "Sedema ve yekê polîtîkayên neolîberal ê rejîma Erdogan û AKP'ê  ye û dixwazin Tirkiye wekî şîrketekê bi rêve bibin.    'TIRKIYE PÊŞKÊŞÎ SERMAYEDARAN DIKIN'   Kemalbay, anî ziman ku şîrketên madena zêr bi destên tekel û şîrketên navneteweyî pêşkêşî sermayedaran dikin û wiha got: "Ev pêvajo niha li Kurdistan û Tirkiye jî berdewam dise. Li tirkiye li çiyayê Kazê û li Kurdistanê jî li Heskef û Mûnzûrê ev polîtîka didome. Warê mirovahiye yê hezar salan niha tune dibe. Niha li Heskifê li dijî talankirina dîrok û xwezayê berxwedanek heye. Lê polîs û esker mudaxale dikin û naxwazin li ber xwe bidin. Ev jî nîşan dide ku hikûmet li wir sûc dike. Tu kes divê ji bo parastina mafê demokratîk neyê tawanbarkirin.    'GER KU EM LI HESKÎFÊ BÊDENG BIMÎNIN...'   Kemalbay, xwest li dijî polîtîkayên neoliberalist bi hevre têbikoşin û wiha bi dawî kir: "Ekosîstema Çiyayê Kaz piştî milyonan  salan ava bûye. Şîrketên navneteweyî vê ekolîstemê ji holê radikin. Bi maddeyên kîmyewî û maddeyên sîyanur maddeyên jahrînî belav dikin. Zerarê didin tenduristiya mirov û zindiyan. Ji ber vê yekê hemû zindên li Çanakkale dijîn û  ekosistema Çanakkale di bin gefan de ye. Îktîdarê xwest Tirkiye wekî şîrketekê bi rêve bibe. Westin daristan, mêrg, çem, rûbar, Heskif, Mûnzûr û hemû xwezayê pêşkêşî sermaye û kapîtalîzmê bikin. Ger ku em li Heskifê bêdeng bimînin... Ger ku me li Îznik û Salda bêdeng bimînin, wê demê tu tişt li pey me namîne û wê hemû xweza talan bibe. Tirkiye ne sergoyê tu kesî ye. Dîroka Heskifê, Xwezaya Çiyayê Kaz û Mûnzûrê Baxê Hewsel û Sûr malê hevpar ê gelan e. Divê em bi hevre lê xwedî derkevin. Ger ku gel bi hevre lê xwedî derkeve emê van şîrketan rawestînin."    MA / Esra Solîn Dal – Zemo Aggoz