‘Bertekên me yên li dijî komkujiyên xwezayê divê li gorî erdnîgariyan neyê guhertin’ 2019-08-10 09:14:16   BALIKESÎR - Jinên ku ji “Talanan re bêjin êdî bese” ber bi Çiyayên Kazê ve ketin rê, diyar kirin ku ew ê li dijî texrîbatên xwezayê derkevin û banga banga piştevanî û têkoşîna bi hevre li hemû jinan kirin.   “Nobeta Av û Wijdanê” ya li dijî madenên bin erd li Çiyayên Kazê dest pê kir, di roja 16’emîn de dewam dike. Çalakgerên li herêmê kon vedan, ji bo bi dawî anîna xebatên lêgerîna madenê daxwazên xwe tînin ziman. Welatiyên ji çar aliyên welat hatin herêmê û kon vedan, diyar dikin ku mudaxileya li dijî Çiyayên Kazê, di heman de mudaxileya li dijî qadên wan ên jiyane ye. Çalakger her roj bi çalakiyên cuda mudaxileya Çiyayên Kazê şermezar dikin. Din ava çalakgeran de herî zêde jin û zarok hene. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, bang li hemû jinan kirin ku li dijî talanên xwezayê derkevin.    ‘EM JI TALANÊ RE BÊJÎN ÊDÎ BESE’    Pinar Bîlîr a bi kurê xwe yê 4 salî re di çalakiyê de cih digire, diyar kir ku ji roja dest pê kê ve di çalakiyê de cih digire û wiha axivî: “Jin xweza û jiyanê diparêzin. Di navbera xweza û jinan de girêdan bûn heye. Ev çiya jî, jiyana me dewam dike. Ji bo vê têkoşîna jinan girînge. Ji ber ku muxatabê van pirsgirêkan jin û zarokin. Ji ber pirsgirêkên civakî, jin tim dibin pêşeng. Ji bo ku em ji vê talanê re bêjin êdî bese em hatin vê derê.”   KOMKUJIYÊN XWEZAYÊ   Muge Keçîcioglû jî, anî ziman ku ew ji Sakaryayê hatiye Çiyayên Kazê û wiha got: “Îro komkujiya  xwezayê heye. Her roj darên me dibirin. Hîna berî du rojan şawata daristanan rû da. Avên me tên firotin. Xwezaya me tê firotin. Hemû tiştî tune dikin. Komkujî dewam dikin. Êdî zarokên me nikarin nefes bigirin û ava ku em vexwin tune bûye. Êdî cihek ku em herinê nemaye. Ji ber vê min heskiriyê xwe kir milê xwe û hatim vir. Divê me vê derê rizgar bikin. Pêwîste ku em tenê  weke erdnigariyekê li vê derê mêze nekin.”      GER JIN BIXWAZIN    Keçîcîoglû, da zanîn ku ew gelek caran xwezayê jibîr dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirî caran em hewayê jibîr dikin. Dibe ku em xweşikiyan bi bîr bixin, em tiştên xweş bikin û bi hevre xweşik bibin. Ez ji vê derê bang li hemû jinan dikim. Bila hemû kes destê xwe danîn ser dilê xwe û piştgiriya me bikin. Ger jin bixwazin tiştekê ku nekarin bikin tuneye. Dikarin her tiştî bikin.”   JI ROJHILAT BIGIRIN HEYA ROJAV TÊKOŞÎN   Asûman Vûral a ji Stenbolê beşdarî çalakiyê bû jî, dest nîşan kir ku berpirsiyarê herî mezin ê  hilwelatina Çiyayê Kazê desthilatdar bi xwe ye û wiha bilêv kir: “Çi dema ku projeya Çiyayê Qazê bikeve  meriyet, wê bi hezarn zindî tune bibin. Dê Çanakkale bê av bimîne. Ji Rojhilat bigirin heya Rojava, ji Bakur bigirin heya Bajûr xweza dibin dagirkeriyê deye. Li her ciha welat me talan dikin û ji bo me tenê çala mirinê dihêlin. Avên jehrîn û siyanur bi ser me de berdidin. Cihên kaniyên me diguherin. Çemên me zûha dikin. Me terkî nexweşiyên pençeger û mirinê dikin. Divê em bibin yek û li dijî van komkujiyan derkevin. Çi dema ku peywira me ya li vê derê bi dawî bû, emê derbasî Mûnzûrê bibin. Dûre emê biçin cih dikin. Li ku derê pêdivî bi me hebe, emê biçin wê derê    MA / Esra Solîn Dal - Zemo Aggoz