Şewata li Dersimê hildan bin kontrolê 2019-06-29 14:18:20 DERSIM – Welatî û komên agirkujiyê şewata li çoltera Dersimê duh derketibû xistin bin kontrolê.    Li gundên Uzuntarla û Guleç ên girêdayî navenda Dersimê duh nîvro şewat derketibû û li herêmê berfireh bûbû. Komên agirkujiyê yên Miduriyeta Daristanê ya Herêmê û welatiyên dildar mudaxeleyî şewatê kirin. Di encama mudaxeleyê de şewatê hildan bin kontrolê.    Li herêmê xebata vemirandina şewatê didome.