'Ji bo Santrala Akkûyûyê nimûneya zemîna etutî negirtine' 2019-05-10 09:08:21 EDENE – Parêzer Îsmaîl Hakki Atal, diyar kir ku derz li hîmê reaktorê ewil ê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ketiye û ev yek ji bo pêşerojê dê bibe cihê talûkeyek mezin. Atal, anî ziman ku zemîna heyî ne zemîneke qayîm e û wan ev yek bi delîlan aşkere kiriye, lê dîsa jî heyeta pêzaniyê ji bo zemîna etutî nimûne negirtiye.  Derketibû holê ku qelş li hîmê reaktorê ewil ê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ya li navçeya Gulnar a Mêrsînê ketiye û Desteya Atom Enerjiyê ya Tirkiyeyê (TAEK) mudaxile kiriye.    Parêzerê Komeleyên Hawirdorê yên Behra Spî Îsmaîl Hakki Atal, diyar kir ku derz li hîmê reaktorê ewil ê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ketiye û ev yek ji bo pêşerojê dê bibe cihê talûkeyek mezin. Atal, anî ziman ku zemîna heyî ne zemîneke qayîm e û wan ev yek bi delîlaln aşkere kiriye, lê belê dîsa jî heyeta pêzaniyê ji bo zemîna etutî nimûne negirtiye. Atal, got: "Prof. Dr. Hasan Çetîn ê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê, di kongreya TUBÎTAK'ê de diyar kir ku qada Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê li ser xeta fayê ye. Lê belê me jî bilêv kir ku ji ber 17 hezar sal in erdhej çênebûye enerjî kom bûye, lê belê dibe ku ji nişkave li herêmê bi şideta 7 noqteyan erdhejek çêbibe. Eger santra bê xebitandin, dibe ku ji nişave felaketeke nuklerî ya mezin rû bide. Zemîna wê ne qayîm e, ji ber karstîk e rê li ber talûkeyeke mezin vedike. Rojek berî rojekêd ivê dev ji vê yekê berdin."    ETUTÊN ZEMÎNÎ YÊN 50 SAL BERÊ ESAS HATINE GIRTIN    Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Yaşar Gokoglû jî, destnîşan kir ku tevî hemû îtirazan jî dest bi çêkirina santralê hatiye kirin. Gokoglû, bilêv kir ku ji bo etutên zemînî yên 50 sal berê esas hatine girtin û got: "Di ber wê re xeta fayê derbas dibe, lê guh nadin vê yekê. Niha derket holê ku derz li hîmê wê ketine. Ev cihê talûkeyeke mezin e. Wê li ser vî hîmî santrala nukleerê çêbikin û wê di hundurê vê avahiyê de reaksiyona nukleerî pêk bê. Ev tê wateya cinayeteke plankirî. Em ê hemû bibin qurbanê vê cinayetê. Eger felaketek rû bide wê tesîrê li milyonan mirov û giyaneweran bike."    MA / Hamdullah Kesen