Bihar, xweşikî, kulîlkên rengîn û çiyayê bi berf 2019-05-06 11:01:49 AMED – Yek ji herêmên bihar lê xweş derbas dibe gundên herêma dikeve navbera navçeyên Farqîn û Pasûrê. Li vê herêmê bihar bi hemû reng û xemla xwe xweşikiyê radixîne ber çavan. Çiyayê Mereto bi berfa xwe ya spî ahengiyek xweşikiyê bi kulîlk û bihara vê herêmê re dike yek.   Em serê sibê ji Amedê derketin rê. Rêya me ber bi herêma di navbera navçeyên Farqîn û Pasûrê ve diçe. Ewil em çûn navenda Farqînê û pişt re me geliyê kûr û dirêj şopand û berê xwe da herêma çoltera navbera her du navçeyan. Her ku em di navbera du çiyan de ku jê re dibêjin "Miqûrê" rê dirêj dibû herêm berfireh dibû û xemla biharê xwe li ber çavên me bi rengên xwe yên rengîn da nîşandan.    GUND BI GUND XWEŞIKIYA XWE RÊZ DIKIN    Piştî du saet rê em gihîştin gundên li herêma Farqînê ku dikevin navbera Farqîn û Pasûrê. Her dever çiya ne û xwe bi rengên biharê xemilandine. Lê jêra van çiyayan hindik be jî deştek biçûk li qeraxê Bendava Batmanê heye. Bi gotina şêniyên herêmê “Gola Berajê” jî xwe bi ava xwe zelal dide nîşandan. Heta mirov digîhîje vê herêmê di dehan gund de derbas dibe. Her gundek ji yekê xweştir û hemû ahenga xweşikiyê radixînin ber çavan.    GUND BI RENGÊN BIHARÊ XEMILÎ NE    Her gundek em têde derbas bûn me hin wêne û dîmenên xemla biharê lê kişand. Li vê herêmê bi dehan gund hene û her gundek bi xweşikiya xwe bala mirovan dikişînin. Malên gundan yên ax û bi hostetî ango mîmariya gundiyan hatine çêkirin li ber çavê me dikevin. Her kesek li gund jiya be, bêhna gundan dizane. Li aliyekê bêhna mexelê sewlan, li aliyekê bêhna dûyê ji tenûran bilind dibe û li aliyekî jî bêhna xweşikiya bêhempabûna gundan ku bi şînahiya biharê dengên çûka û sewalan jê tê.    SOHBETÊN GUNDIYAN KAR Û BANDORA ŞILIYA ÎSAL E   Welatiyên gundan kar û barên xwe yên biharê ango karên xwe yên baxçeyan dikin. Hin kes xwe ji demsala havînê re amade dikin. Li gundan kêm be jî hêj çandek zibare (komun) heye yanî gundî alîkariya kar û bar didin hev. Hin gundî jî hiriya mihên xwe diqûsînin ango “birîna pez" û jinên vî karî dikin jî balê didin ser xwe. Yek ji sohbeta gundiyan ji bilî sohbet û nîqaşên siyasî û polîtîk, helbet mijara wan barîna barana îsal a li herêmê ye. Her kes behsa bandora şiliya îsal dike. Her çiqas ev barîna baranê zirarê bide baxçe, zat û dar û berên gundiyan jî lê bi vê barînê kêfxweş in. Şêniyên her gundekî ji mazûvaniya xwe ya bi çanda sedan sal nakevin û mirov diçe ber deriyê kîjan malê mazuvaniya xwe dev li ken nîşan didin.    GUNDÎ PIR JI ROJNAMEGERAN HEZ DIKIN    Ji ber wênekêş û kamera li destê me ye, ji zarokan bigire heta kal û pîran bala her kesî dikişîne û ji meriv pirs dikin “Hûn kî ne û ji ku hatine, em çawa dikarin bibin alîkar?” Geşta me ya rojek şahidiya bihara li vê herêmê kêlî bi kêlî bi kelecana ango oksîjena dide mirov derbas dibe.    XEMLA ÇOL Û NEWALÊN GUNDEKΠ   Me xwest em hinek qala jiyana şêniyên li gundan dijîn bikin û dîmenên xwezayê yên li gundan ji we re bidin nîşandan.    Yek ji van gundan jî gundê Çîçika ya Farqînê ye ku dikeve qûntara çiyayên Farqînê. Em bi rêberiya şêniyên gund bi kîlometroyan li çol, çiya, gelî û çemên biçûk yên gund geriyan. Me berê xwe da ser rêyên şiverê ên van deveran. Lê dema meriv li nav vê xwezaya dewlemend digere ji xweşikiya rawiran bigire heta xweşikiya dar û kulîlkan û herîkîna xûşîna avê te matmayî dihêle. Hemû mêrg û devê kanî û rûbaran bi rengên kulîlkên, kesk, sor, zer, spî, xumrî û her wekî din xemilîne û bêhnên pir xweş belav dikin. Dengê teyr, tilûr û çûkan bi dengê xwezayê û xuşîna avê re ahengek senfoniyê li ber guhê meriv dixînin.    MERETO BI BERF E, JÊR BI XEML E    Çiyayê Mereto ku di navbera navçeyên Qabilcews û Hezo yên Êlihê de û wek çiyayê herî bilind ê vê herêmê tê nasîn, ji bejahiya van gundên Farqînê wek eynik xuya dike. Çiyayê Mereto ku bi berfê xemilandîne û tu carê ewr ji dorê kêm nabe, bi kulîlkên rengîn û bihara vê herêmê re ahengiyek demsalên cuda radixîne ber çavan.   Ji her qûntareka çiya û nava her zeviyî av dixulxul e û diherike. Însanan li ber dengê xwe mest dike.    Dîmen û wêneyên ji vê herêmê me kişandin hêjayî dîtinê ne.    MA / Bîlal Guldem