Li şûna darberûyên hatin jêkirin, berûyan diçinin: 50 sal şûnde wê bibe daristan 2019-02-06 09:14:13 SEMSÛR - Li Semsûrê, çend dildarên hawirdorê ji bo darên berû yên hatin tunekirin ji nû ve jîndar bikin, tovên berûyan diçînin. Alî Polat got: "Ger li vir darek zirarê bibîne, li Behra Reş daristanek tune dibe. Divê heman hesasiyet ji bo her derî hebe."  Li gundê Zormagara yê Besniya Semsûrê, çend dildarên hawirdorê ji bo darberûyên 50 sal berê hatin tunekirin ji nû ve jîndar bikin, tovên berûyan direşînin. Dildaran heta niha 200 tovên berûyan çandine û ew ê ev hejmar zêdetir bibe.    Yek ji dildarên hawirdorê Alî Polat, da zanîn ku 50 sal berê mirovên li herêmê darberû jê kirine û bi vî awayî daristanek tune bûye. Polat, destnîşan kir ku kesî rê li ber vê negirtiye, loma ew ji bo vê yekê tev digerin.    ‘DI 50 SALÎ DE ŞÎN TÊN'    Polat, diyar kir ku fikra tovreşandinê berê di bîra wî de bû, lê belê ancax wan karibûye îsal bireşînin. Polat, da zanîn ku darberûyek di 50 salî de şîn tê û piştî ew tov direşînin ji bo zirarê nebînin dora wan digirin. Polat, diyar kir ku ji bo wexta darberû şîn hatin bizin û mî wan nexwin ew dora cihê tov lê diçînin bi keviran digirin.    Polat, anî ziman ku niha ew li hêla Besniyê tov diçînin, lê belê ew ê piştî demekê vê yekê li tevahiya Semsûrê bikin. Polat, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê xweza zêde tê talankirin û êdî ketiye rewşeke wisa ku mirov ji bo xwe bide ber siyê darek jî nemaye. Polat, destnîşan kir ku li gor rojavayê welat herî zêde texrîbata li herêmê heye û got: "Wexta li Behra Reş, li Ege û Marmarayê arek bê jêkirin, sazî û dezgehên hawirdor û ekolojiyê tev digerin. Lê belê hayê wan ji projeyên li herêmê yên li dijî xwezayê tune ye."    ‘LI ROJAVA CUDA, LI HERÊMÊ CUDA'    Polat, destnîşan kir ku divê rêxistinên hawirdorê serdana herêmê bikin û got: "Wexta mijar xweza be divê bi awayekî yekgirtî esas bê girtin. Xwezaya Semsûr, Meletî, Dersimê û xwezaya Îzmîr, Aydin û Behra Reş ji hev ne cuda ne. Eger li vir darek zirarê bibîne, li Behra Reş daristanek tune dibe. Divê heman hesasiyet ji bo her derî hebe. Havînê wexta li Antalyayê agir bi daristanekê dikeve hemû welat seferber dibe, lê wexta li herêmê agir bi daristanekê dikeve kes mudaxile nake û her wiha nahêlin kes mudaxile jî bike. Gelek dever bi destê dewlettê tên tunekirin. Li rojavayê welat ev texrîbat ji bo ranê tê kirin, li herêmê jî ji bo operasyonên leşkerî."    ŞAXEKÎ HÊŞÎN...    Polat, diyar kir ku dewlet û sermaye xwezayê tune dikin, lê belê ew li dijî vê tunekirinê ye û got: "Li gor quwet û derfeta xwe tov direşînim. Eger mriovên bi hesas xwedî li van tovan derkevin, wê 50 sal şûnde ev tov hemû bibin dar û daristan. Loma divê herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û ji bo pêşerojê dareke hêşîn biçîne."