Ekolojîst Barka: AKP rêbaza 'ger nikaribî diyardeyan biguherînî, hişmendiyê biguherîne' tev digere 2019-01-12 09:11:26 ÎZMÎR – Erdogan çend roj berê di daxuyaniyeke xwe de gotibû "Hin kes hewl didin qeraxên behrê, qadên daristanî bikin beton." Ekolojîst Ertûgrûl Barka gotinên Erdogan nirxandin û got: "Kî bû li Kendava Gokavayê qesr çêkir û qada daristanî kir beton?"  Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Erdogan, roja Çaarşemê di Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî ya Pergala Hikûmeta Serkomariyê de got: "Hin kes hewl didin qeraxên behrê, qadên daristanî bikin beton. Ev pere heye ev pere, muqtedîrê çi ye û ne çiye, ev kapîtalîzm heye ev... Xweza wisa bûye, xweza wiha bûye ne xema wan e."    Ekolojîst Ertûgrûl Barka, gotinên Erdogan nirxandin û got ew bi xwe îxanetê li Tirkiyeyê dike. Barka, bilêv kir ku di hikûmeta AKP'ê de rêbaza "ger nikaribû diyardeyan biguherînî, hişmendiyê biguherîne" heye û Projeya Kanal Stenbolê bi bîr xist. Barka, destnîşan kir ku di çêkirina Balafirgeha 3'yan a Stenbolê de qadeke pir mezin a daristanî hatiye rûxandin û pirsî: "Li Behra Reş rêya hêşîn ji bo kî û ji aliyê kî ve tê çêkirin? Li Behra Reş havînê jî şewat çênabin, lê zivistanê di nav wê berfê de çawa dibe ku dişewitin? Gotin ew ê demildest li van deran daran deynin, lê belê di nav çend mehan de vîlla hatin çêkirin. Evana difiroşin kê? Daristanên ji bo felaiyetên madenî tên tunekirin bi destê kê tên kirin?"    ‘AKP KAPÎTALÎZM E'    Barka, diyar kir ku ji bo veberhênaniyên enerjiyê qadên daristanî û xweza tê tunekirin û got: "Li deverên ku veberhênan dixwazin oetelên pênc stêrkî çêbikin, her çawa be şewat rû didin. Veberhênan ji bo karê xwe êdî di şewitandina qadan de bûne hoste. Ev bi destê kê tê birêvebirin? Her hal hin kes ji fezayê nehatin û talan nekirin. Bi vî awayî bi rihetî ji bo turîzmê veberhênaniyê dikin. AKP bi xwe kapîtalîzm e. Xweza wisa bûye, wiha bûye ne xema wan e."    ‘KENDAVA GOKAVAYÊ KIRIN QURBANA QESRÊ'    Barka, bi bîr xist ku li Gundê Oklûk ê navçeya Marmarîs a Mûgalyê, avahiya havîne ya Serkomarê 8'emîn Tûrgût Ozala ji bo Erdogan hat rûxandin û ji nû ve tê çêkirin. Barka, bilêv kir ku li vir li şûna avahiya 230 metrekare û 4 ode û eywanekê, havîneyeke 300 odeyî tê çêkirin. Barka, destnîşan kir ku gundê Oklûkê di nav Herêma Parastina Hawirdorê ya Taybet a Gokovayê de ye û qada sîtê ye, lê belê ji bo çêkirina qesrê plan li ser planê tên çêkirin û qada înşeatê ji 20 hektarî kirin 65 hektar. Barka, da zanîn ku bi destê Desteya Wezîran herêma Kendava Gokova, Marmarîs, Ûla, Menteşeyê ji bo îmarê hat vekirin qada 34 hezar û 162 hektarî daxistin 12 hezar û 544 hektarî û 2 hezar û 447 hektarê vê qadê jî di nav behrê de ye.    Barka, destnîşan kir ku Komeleya Behrevanên Bodrûmê li hemberî çêkirina qesrê daxuyanî dane û got: "Divê ji gel re bê gotin sermayeya faşîzmê ya AKP'ê li ser derew, çewisandin û şer e. Kî bû li Kendava Gokavayê qesr çêkir û qada daristanî kir beton? Loma mirov nikare baweriyê bi gotinên Serkomar bîne. Darên li derdorê hatin jêkirin, înşaat didome. Kendava Gokovayê dikin qurbanê qesrê."    Barka, destnîşan kir ku AKP xwezayê veguherandiye metayeke bazirganiyê û got: "Hikûmeta AKP'ê xweza kir metayeke bazirganiyê. Ger ev nebe wê jiyan jî tune be. Çawa çêdibe hûn avê bi pereyan difiroşin? Sermayeya kûrewî ji bo xwe mezin bike tim û tim ew û îktîdarên bi vî rengî tevkariyê dikin. Ev îktîdar û sermayeya dijminê jiyanê ne tevkarên hev in. Îxaneta wan a li Tirkiyeyê ji bo sermayeyê ye!"    MA / Rûken Demir