Nobeta li dijî JES'an didome: Kon hatin rakirin, lê berxwedana gundiyan didome 2019-01-11 09:08:35 MANÎSA - Şêniyên Taxa Hacibektaşli ya Salîhliyê, li dijî JES'a ku SANKO Enerjî dixwaze çêbike nobeta xwe didomînin. Endama Komeleya Hawirdorê ya Salihliyê Yuksel Erden got: "Kon hat rakirin, lê belê gundiyan dev ji berxwedanê berneda, berxwedan didome."  SANKO Enerjî dixwaze li Taxa Hacibektaşli ya navçeya Salihliyê Santrala Enerjiyê ya Jeotermalê (JES) çêbike. Lê belê nobeta gundiyan a li dijî çêkirina JES'ê jî didome.    Endama Komeleya Hawirdorê ya Salihliyê Yuksel Erden, destnîşan kir ku şêniyên taxê naxwazin JES bên çêkirin û ji bo vê jî daxwazname ji Qemeqamtiya Salihliyê, Walîtiya Manîsayê û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê re şandine. Erden, destnîşan kir ku li qada ku tê xwestin JEs lê bê çêkirin 3 dibistan hene û got: "Wexta me xwest em der barê vê de şêniyên Taxa Hacibektaşli agahdar bikin, me dît ku li taxê şantiyeyek hatiye çêkirin. Wexta me pirsî ka ev çî ye; hinan got wê vîlla bê çêkirin, hina got wê mizgeft bê çêkirin. Me ji şêniyên taxê re diyar kir ku tiştekî wisa tune ye, tê xwestin li vir JES bê çêkirin. Wê çaxê hayê wan jê çêbû. Me ji şêniyên taxê re got, ji bo vê yekê qadeke mezin dane SANKO'yê. Wexta me gundî serwext kir, wan jî got qethiyen ew ê nehêlin û li hemberî vê konê xw evegirtin. Em çûn qeymeqamtiyê û me got a tê kirin ne qanûnî ye divê bê sekinandin. Rayedarê şîrketê ji kompîturê tiştek nîşan da û îdia kir ku ji bo kolandina çahlê wan destûr stendiye. Hayê me ji 64 çahlan tune bû. Qeymeqam qada ku dê çahl lê bên kolandin pirsî, lê rayedarê şîrketê ew der nîşan neda. Paşê qada parkekê nîşan dan. Li ser vê me lêkolîn kirin, lê belêd erket holê ku ji bo vê zemîneke qanûnî tune ye."    NOBET DIDOME    Erden, diyar kir ku bi komeke 300 kesî ya ji Manîsayê anîne êrîşî konê wan kirine û got: "Kon hat rakirin; lê belê berxwedana gundiyan didome. Şîrketê ji bo rakirina şantiyeya ku bia wayekî neqanûnî çêkiriye got ew ê di nav 5 rojan de rakin. Lê belê dîsa jî gundî nobeta xwe digirin. Bêyî guh bidin sar û seqemê li ber xwe didin."    Hakki Ûysal ku yek ji kesên nobetê digire jî got: "Em tim behsa tiştên li Aydin û Deşta Alaşehîrê hatine kirin ji mirovan re dibêjin. Wexta li vir çahl hatin kolandin me şêniyên taxê birin Kizilcakoyê. Li wir dîtin ka çi diqewime. Piştî şêniyên taxê hay ji rewşê çêbûn, dîtin ku bi awayekî enqanûnî li Salihliyê çahl hatine kolandin. Paşê dest bi çalakiyê kirin û kon vedan. Heval li ber xwe dan, dev jê ebrnedan. Kon hatin rûxandin, lê wê şêniyên taxê nehêlin JES bên çêkirin."    MA / Nimet Olmez