Li Meletiyê gel li dijî tesîsên betonî têdikoşin 2018-11-14 09:08:23 MELETÎ - Li navçeya Çirmik ya Meletiyê, Grup Kalker Ocagi li nav qadên jiyanê Tesîsa Şikandin-Seridan û Betona Hazir çêdike. Ji bo vê rapora ÇED'ê hat qebûlkirin. Gelê herêmê bertek nîşanî vê yekê da û gotin: "Em ê heta dawiyê bitêkoşin."  Li navbera taxên Işikli, Olûklû û Kirlangiçê yên girêdayî navçeya Çirmik a Meletiyê, Grup Kalker Ocagi dixwaze li derdora Kulîlk Sirti û Evsîn Sirtiyê Tesîsa Şikandin-Seridan û Betona Hazir çêbike. Wezareta Hawirdor û bajarsaziyê rapora nirxandina Karîgerî ya Derdorî (ÇED) qebûl kir. Lê belê gelê herêmê bertek nîşanî vê yekê dide. Welatiyan anî ziman ku wê tesîsa betona hazir gelek erdên çandiniyê tune bike û zirarê bide bax û baxçeyên wan.    Li vê herêma hêşînahî lê heye û gelek nebatên endemîk lê şîn tên, bi çêkirina tesîsa betona hazir tune bibin û wê nebat zirarê bibînin. Welatiyan anî ziman ku wê ji bo tesîsa betona hazir gelek dever bên kolandin û ji bo kolandinê dînamît û maddeyên sotemeniyê bên bikaranîn. Li vê herêma ku şêniyên elewî lê dijîn, gelek navendên baweriyî hene û wê ev tesîs zirarê bide evan navendan jî.    GEL DESTÛR NEDA    Wezaretê di 2'yê Cotmehê de rapora ÇED'ê qebûl kir. Di 6'ê Cotmehê de li Taxa Cuhmûriyetê ya navçeya Çirmikê hat xwestin ji bo rapora ÇED'ê civînek bê çêkirin lê belê gelê herêmê civîn şermezar kir û tev li civînê nebû. Ji ber vê civîn çênebû û hat betalkirin. Lê belê tê payîn dê proje pêk bê. Gelê herêmê destnîşan kir ku ew ê nehêlin ev proje pêk bê û ew ê li hemberî wê bitêkoşin.    GEL NAXWAZE    Keyayê Taxa Olûklûyê Alî Şen, diyar kir ku ew ê nehêlin ev tesîs çêbibe. Şen, bilêv kir ku li gundê wan erdên çandniyê, baxçeyên mişmişan, darên behîvan, çewlîgên heywanan û mêşên hinguv hene. Şen, bilêv kir ku ger tesîsa betona hazir bê çêkirin ev ê hemû tune bibin. Şen, destnîşan kir ku ji bo tesîsê wê dînamî bên bikaranîn û wê ev yek zirarê bide ava wan a vexwarinê jî û got: "Em naxwazin ev tesî li gundên me bên çêkirin. Em li hemberî projeyên bi vî rengî ne. Jixwe li herêmê têra xwe ocaxên keviran û santralên betonê hene. Em ê nehêlin yeke din jî bê çêkirin."    ‘EM Ê NEHÊLIN XWEZA CAREKE DIN BÊ TERÎBKIRIN'    Keyayê Taxa Işikli Huseyîn Balci jî, diyar kir ku şêniyên taxê naxwazin li taxa wan tesîsa betona hazir bê çêkirin. Balci, anî ziman ku di navbera taxên Olûklû û Işikliyê de 2 ocaxên keviran hene û got: "Ev ocax xweza tune kirine. Li gundê me rez hene. Li qada ocax hatin çêkirin rez hebûn, lê ew hemû tune bûn. Lê em ê nehêlin careke din xweza bê texrîbkirin."    ‘EM Ê BITÊKOŞIN'    Keyayê Taxa Kirlangiçê Tûrgaz Çelîk jî, anî ziman ku li tevahiya navçeya Çirmikê 4 ocaxên keviran û gelek santralên betona hazir hene û got: "Ji bo santralên berê dînamît hatin teqandin û ji ber evan dînamîtan ava vexwarinê zirar dît û ava qenelazîsyonan tev li ava me bû. Ev yek bû sedema nexweşînan. Niha jî dixwazin tesîsên nû çêbikin. Ên din bi darê zorê çêkirin, lê em ê nehêlin tesîseke din jî bê çêkirin û em ê ji bo vê heta dawiyê bitêkoşin."    MA / Erdogan Alayumat