Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin 2018-11-06 09:22:55 MÊRSÎN – Qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, destûr dabû li erda xîzek a Kazanliyê pîst bê çêkirin. Lê derket holê ku dê li vê herêmê qadên lîstikê bên çêkirin. Rêxistinên pîşeyî û partiya siyasî bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku herêm qada sîtê ye û divê bê parastin.  Qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, destûr dabû li erda xîzek a Taxa Kazanliyê ku herêma herî mezin a caretta carettayan pîst bê çêkirin. Lê belê derket holê ku dê li herêmê projeyên cuda bên çêkirin. Li gorî îdiayê dê di nav projeyên qeyûm destûr daye de qadên parkûrên serpêhatiyî, futbola nepoxan, skatepark, paîntball, ZIP û costerî bên çêkirin. Siyasetmedar û rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî vê yekê dan.    Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Bijîşk Mehmet Antmen, diyar kir ku li cihê wê proje lê bê çêkirin qada Pîşesaziya Soda ya Kromsanê û fabrîkaya kromsanê bermayiyên kromê (+6) bêyî bibe qada depokirinê li qada fabrîkayê dide ser hev. Antmen, anî ziman ku bermayiyên kromê bi bayê re li qadên çandiniyê û behrê belav dibin. Antmen, destnîşan kir ku ev yek tesîrê li tenduristiya mirovan dike û talûke ye.    Antmen, diyar kir ku li dor vê qada depokirina metalan çêkirina qadên civakî-sportîf tesîrê li tenduristiya mirovan dikirin û xwest demildest proje bê betalkirin.    Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, destnîşan kir ku dê ev yek qada hêkan ê caretta carettayan texrîb bike û got: "Li erda xîzek moloz hatine valakirin û texîrbkirin. Tu qad namîne ku caretta caretta lê hêkan bikin. Zemon wekî betonê ye. Lê deverên nêzî behrê hîn jî cih hene ku caretta caretta lê hêkan bikin, lê ev qad di xetereyê de ne." Tûran, destnîşan kir ku ev qad qada sîtê ye û divê tiştek lê neyê çêkirin.    PÊDIVIYA ME BI XWEZAYÊ HEYE    Tûran, diyar kir ku caretta caretta ji bo ekolojiya behrê pir girîng in, lê belê bi vî awayî dê bên tunekirin. Tûran got: "Dê bi destê qeyûm bê tunekirin. Her wiha li herêmê dê lalyea qûmê ya endemîk jî bi vî awayî tune bibe. Mirovan di 50 salên dawî de 60 cureyên giyaneweran tune kir. Kapîtalîzm hemû xwezayê weke depoya xwe ya madeya xam dibîne. Halbûkî pêdiciya xwezayê bi me tune ye, pêdiviya me bi xwezayê heye."    Tûran, destnîşan kir ku ew ê li hemberî vê derhiqûqiyê bêdeng nemînin û bitêkoşin. Tûran, bang li herkesî û tevgerên hawirdorê kir û xwest li hemberî vê yekêd erkevin.    Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî ku beriya qeyûm endama meclîsa şaredariyê bû, anî ziman ku di serdema wan de projeyên bi vî rengî tune bûn. Yuce, anî ziman ku qada ku proje lê tê çêkirin qada sîtê ye û got: "Dê bi projeyê qada jiyanê ya caretta carettayan nemîne. Aşkere ye ku gelê li wir û jiyana ekolojîk esas nehatiye girtin û ji bo rantê tev digerin." Yuce, diyar kir ku divê li vê qadê tesîs neyên çêkirin û qad saet di navbera 8'Ê sibehê heta 8'ê êvarî ji têketinê re bê qedexekirin.    MA / Cemil Ugur