Ev dara çinarê hezar û 200 salî ye 2018-10-08 09:10:07 DERSIM – Li navçeya Perteka Dersimê darek çinarê ya hezar û 200 salî yek ji dara taybet a kevintîrin  e. Şêniyên navçeyê ji ber ku dar nayê parastin bi gazinin.  Li gundê Sagman a girêdayî navçeya Pertekê ya Dersimê dara dîrokî ya çinarê temenê salan xwariye. Li gorî gelê navçeyê dibêje li gorî lêkolînek Zanîngeha Firatê ya di 2013’an de derketiye holê ku dar hezar û 200 salî ye. Her wiha Desteya Parastinên Hebûnên Tabîat û Çandî ya Erziromê di sala 2009’an de darê hil dide bin parastinê.    DAREK DÎROKΠ   Vê dara dîrokî ya çinarê yek ji dara herî kevintirîn a Tirkiyeyê ye. Li herêmê yekemîn darek wiha taybetmendiyên xwe heta îro qewîn kiriye û temen dirêj e. Gelê navçeyê bi eleqeyek malovaniyê dikin li darê dinêrin. Şax û dîmenên darê heybeta xwe ji mirovan re dide nîşandan. Bi taybetî yên havînê diçin li herêmê digerin jî bala wan dikişîne. Welatiyên herêmê diyar kirin ku her çiqas darê hildane bin parastinê jî lê bi awayek têr paqijiya derdorê û parastina wê nayê kirin. Welatî anîn ziman ku gewdeyê darê bi firehiya 20 mîtro, dirêjahiya wê 15 mîtro û bejna wî jî 50 mîtroyan pêk tê.    MA/ Semra Turan