Ji ber masîpankên tev li golê hatin kirin masiyên deqsor neman 2018-10-02 09:06:10 AGIRÎ - Masiyên deqsor ên li Gola Masiyan, neman. Ji ber ku qeymeqamê wê wê demê, masîpank xistin golê, di golê de masiyên deqsor neman. Karsaz Mehmet Bîrlîk, diyar kir ku gundiyan debara xwe bi masiyên deqsor dikirin, lê belê piştî masiyên deqsor qediyan êdî gundî koç dikin.  Gola Masiyan ku di navbera Îdir, Qers û Agiriyê de ye û gola herî bilind e, wextekê tenê masiyên xwecihî yên deqsor lê hebûn. Lê belê piştî ku Qeymeqamê Avkevirê û Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr, masîpank û çend cure masiyên din jî xistin golê, masiyên deqsor neman. Masîpank û masiyên din hêkên masiyên deqsor xwarin û masiyên deqsor bi temamî qediyan.    Karsaz Mehmet Bîrlîk ku li Taxa Tanyolû ya navçeya Avkevirê dimîne, bi bîr xist masîpankên tev li golê hatin kirin, masiyên deqsor xwarin û got: "Sedema vê yekê Qeymeqamê Avkevirê û Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr e. Endezyarên wan bêyî ji me bipirsin masiyên din xistin golê. Piştî wextekê masiyên tev li golê hatin kirin hêkên masiyên deqsor xwarin û masiyên deqsor qediyan."    GUNDÎ KOÇ KIRIN    Bîrlîk, bilêv kir ku gundiyan debara xwe bi masiyên deqsor dikir, lê belê dema qediyan gundî hêdî hêdî koç kirin û got: "Ava vê golê şîrîn e û tê vexwarin. Lê her diçe ava wê kêm dibe, lê ji bo vê yekê dewlet tu tevdîran nagire. Qedandina masiyên deqsor ne ji ber zevtkirina wan. Ji ber masîpank û masîpankên Îsraîlê qediyan."    ‘SOCÊ XWE BI CIH NEANÎN'    Kasim Tan jî diyar kir ku ji ber qaymeqam masiyên deqsor qediyane. Tan, diyar kir ku ji ber rêya gund tune ye kes nayê, lê kesên tên jî tenê ji hilbijartinê heta hilbijartineke din tên. Tan, diyar kir ku wexta Erdogan serokwezîr bû ji bo golê hin soz dabûn û got: "Erdogan gotibû 'dê mirovên li wir bi golê debara xwe bikin.' Lê sozên xwe bi cih neanîn û pê re eleqedar nebûn. Berê me debara xwe bi masiyan dikir. Lê piştî qediyan, êdî em ji derve masiyan dikirin."