Tê payin ku li gelek bajaran berf û baran bibare 2026-01-17 10:54:28 NAVENDA NÛÇEYAN- Meteorolojiyê ji bo gelek bajaran hişyarî kir ku dê rewşa hewayê dijwar be û li dijî qeşayê îşaret bi baldariyê kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, daxuyand ku li gor texmînan dê li seranserê welêt dinya bi ewr be û li bakurojhilatê Marmarayê, bakurê balikesîr, rojhilatê Kirklareliyê û derdora Osmaniye û Hatayê berf û baran bibara; li başûr û rojhilatê Anatolyaya Navîn, bajarên Kurdistanê û derdora Mereş, Ordû û Tokatê jî berf û baran tevlihev bibare. Tê payin ku barîn li peravên Rojhilatê Behra Reş û derdora Sêwaz, Yozgat, Kayserî, Nevşehir, Aksaray, Sînop, Bartin û Gumuşhaneyê barîneke dijwar çêbibe.    Her wiha meteorolojiyê ku hişyar dê rewşa hewayê dijwar be, li dijî qeşayê îşaret bi baldariyê kir.