Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir 2025-12-04 10:07:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber cemed û qerisînê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir û xwest tevdîrên xwe bigirin.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya rojane parve kir. Midûriyetê, di rapora xwe de destnîşan kir ku ji ber sermayê dê li deverên bakur û rojhilatê Herêma Serhedê erd cemedê bigire û bûyerên qerisînê rû bidin. Midûriyetê, ji ber rewşên neyînî yên di veguhestinê de welatî hişyar kir û jê xwest tevdîrên xwe bigirin.