Li Dersimê projeya madene hat betalkirin 2018-07-05 16:53:38   DERSIM – Projeya madenê ya dixwestin li ser Geliyê Pulumurê çêbikin bi boneya “li dijî mewzûata hawîrdorê ye” hat betalkirin.    Baroya Dersimê li dijî projeya madenê ya dixwestin li ser Geliyê Pulumurê çêbikin doz vekiribû. Di dozê de Dadgeha Îdareyê biryara xwe da. Dadgehê projeyê bi hinceta “li dijî mewzûata hawîrdorê ye” betal kir. Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim jî ragihand ku proje ji aliyê dadgehê ve hatiye betalkirin û dê têkildarî mijarê daxuyanî bidin.