Daristana li Xoçvanê bi temamî zer bû! 2018-07-05 09:06:35   ERDEXAN - Li Herêma Xoçvanê darên çaman ji ber sedemeke nediyar zer bûn. Şêniyên Xoçvanê bang li rayedaran kirin û xwestin rojek berî rojekê daristan bê xelaskirin.    Qada daristaniyî ya herêma Xoçvanê ya Erdexanê di xetereyê de ye. 300 hezar darên çamê yên li ser girê Çiyayê Kisirê yê gundê Panikê yê Xoçvanê, îsal ji ber nexweşîneke nehat h,nbûn çî ye zer bûn. Gundiyan xwest demildest mudaxileyî vê yekê bê kirin.    Mamosteyê teqawidbûyî Kasim Yildiz, anî ziman ku 12 sal berê li herêmê 300 hezar dar hatine danîn û got: "Darên ku me çandin bi qasî 2-3 metreyan bilind bûn. Min li vê dibistanê mamostetî kir û em her sal diçin daristanê û pîknîkê dikin. Lê îsal em bi vê rewşê re rû bi rû man, dar ji nişka ve zer bûn. Me rewş ji Midûriyeta Daristanê re ragihand. Hin mirov dibên ji ber bêxurekiyê dar kokên hev dixwin û hin jê dibêjin ji ber nexweşîna kivarkan e û hin jê jî dibêjin ji ber baraneke zêde ye."    'BILA DEMILDEST MUDAXILE BÊ KIRIN'    Yildiz bang li rayedaran kir û got: "Em xemgîn in. Li gundê me 300 hezar darên me yên çamê hebûn û em pê serbilind bûn. Piştî dar mezin bûn û ev qad veguherî daristanê, heywanên kovî jî hatin vira. Her wiha me destûr nedida ku nêçirvan biçin nêçîra van heywanan. Lê niha jî ev daristana xweşik bi tunebûyînê re rû bi rû maye. Em dixwazin rayedar ji bo vê yekê tiştekî bikin."    MIDÛRIYETA DARISTANÊ: DI DEMEKE KURT DE EM Ê LI REWŞÊ BINERIN    Têkildarî mijarê em li Midûriyeta Daristanê ya Erdexanê geriyan. Midûriyeta bilêv kir ku hayê wan ji vê rewşê tune ye û ew nû dibihîsin û ew ê di demeke kurt de lêkolîn bikin û li rewşê binerin.    MA / Mujdat Can