Şêniyên Taxa Ûzûndereyê li hemberî JES'ê têdikoşin 2018-07-04 09:11:31 ÎZMÎR – Şêniyên Taxa Ûzûndere ya navçeya Karabaglarê, li hemberî JES'a ku tê avakirin bertek nîşandan û diyar kirin ku mirovahî hemû di xetereyê de û ew ê heta dawiyê bitêkoşin.  Li Taxa Ûzûndere ya navçeya Karabaglar a Îzmîrê Şîrketa Adem Petrolê ku nêzî AKP'ê ye dixwaze sê çalên jeotermalê bikole, lê belê şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê didin. Walîtiya Îzmîrê diyar kir ku derbarê projeyê de hewcetî bi rapora Nirxandina Karşgeriyê ya Hawirdorê (ÇED) tune ye. Li hemberî vê yekê şêniyên taxê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Her wiha 271 kesî îmze danî bin vê yekê û li Dadgeha Îdare ya Îzmîrê daxwaza kirin ku ev proje bê rawestandin.    Li herêmê gel debara xwe bi zeytûnan dike. Li herêmê darên zeytûnan ên temenê wan ji 300 salî zêdetir jî hene. Dê bi çêkirina Santrala Ceryanê ya Jeotermalê (JES) ev qadên çandiniyê bên texrîbkirin û dê nebatên li derdorê jî hişk bibin.    'DARÊN ZEYTÛNAN DI XETEREYÊ DE NE'    Yek ji çalakgerên çalakiya rûniştinê Cemal Çetînê 60 salî ye ku 6 roj in her sibeh di nav çalakiya rûniştinê de cih digire. Çetîn, diyar kir ku şêniyên bajêr debara xwe bi çandiniyê dikin û ew bi xwe jî cotkar e. Çetîn destnîşan kir ku eger ev projeya jeotermalê pêk bê, çawa ku wan mînakê wê li Aydinê dîtiye dê li vira jî mirovahî bi xetereyê re rû bi re bimîne û got: "Dê arsenîk, asîta sulfirîk ji vira derkeve û rêveber li hemberî vê xwe li bêdengiyê datînin. Eger tevdîr neyên girtin dê tevî darên zeytûnan gelek dar bimirin. Rayedarên fîrmayê tim dibêjin enerjiya ku ji vira bê derxistin dê bi kêrî civakê bê. Lê ne wisa ye, bi kêrî mirovahiyê nayê. Dê mirov zirarê jê bibînin."    ‘JI BO KEÇA XWE DIQILDILIM'    Leyla Şekercî ya 45 salî jî diyar kir u ew çala jeotermalê naxwazin û ew naxwazin erdên wan tune bibin. Şekercî, bilêv kir ku ew ji bo keça xwe ya 5 salî diqilqile.. Şekercî, diyar kir ku dê bi vê yekê re hewyan jî zirarê bibînin û got: "Dê ev bedewî, ev zeytûn ev zebze û fêkiyên ku em hildiberînin tune bibin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û serî netewînin. Em li vira oetal û avahiyên qatqatî anxwazin. Em dixwazin di halê xwe de bin û li malên xwe bijîn."    ‘TÊKOŞÎNA ME TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ HEMÛ YE'    Melda Turkelî ya 45 salî jî diyar kir ku li nêzî santralê darên wan ên zeytûnan heye û ev darên zeytûnan pêşeroja zarokên wan e. Turkelî bilêv kir ku ew bi edaletê bawer in û got: "Em bawer dikin ku dê edalet li gel rastiyê be. Loma dê têkoşîna me dewam bike. Em dixwazin hikûmet adil be. DI rawestandina vê projeyê de kî li cem me be, ew taca serê me ye. Têkoşîna me ya li vira têkoşîna mirovahiyê hemû ye. Em dixwazin Îzmîr hemû li gel me be."