Yektîtiya Ekolojî: Divê xeta ekolojî bê avakirin 2018-06-04 15:55:52   ÎZMÎR - Yekîtiya Ekolojî, bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanê, peyamek weşand û diyar kir ku ji bo rê li peş talankirina xweza û ekolojiyê bigirin dê xetağ berxwedanê ya ekolojiyê ava bikin.    Yekîtiya Ekolojî ku ji 56 rêxistinên ekolojiyê yên li bajarên cuda hat avakirin, bi minasebeta 5'ê Hezîrane Roja Derdorê ya Cîhanê peyamek nivîskî weşand. Yekitiya Ekolojiyê diyar kir ku mafê hemû zindiyan ên jiyanê heye û wiha got: "Ji bo jiyan bidome pêdivî bi derdorek tenduristî heye. Ji bo vê yekê pêdivî bi av, hewa, ax û derdora paqij heye. Dîsa pêdivî bi zexîreya paqij heye. 5'ê Hezîranê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi tevlêbûna 133 welatan wekî roja Derdorê ya Cîhanê hat îlankirin. Yekîtiya Ekolojiyê da zanîn ku ji bo parastina mafê derdor û ekolojiyê dê xeta berxwedanê ya ekolojiyê ava bikin.b    HER SAL 32 HEZAR KES JIYANA XWE JI DEST DIDIN   Yekîtiya Ekolojiyê da zanîn ku ji ber ji ber ekzozên maşîneyan xaza jahrînî belav dikin û her sal nêzî 32  hezar kes ji ber gaza jahrînî jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên cîhanê nêzî 1 milyarek mirov nikare sûdê ji ava paqij bikire.