Ekolojîst: Em ê piştgiriyê bidin HDP'ê 2018-05-13 10:34:01   ÎZMÎR - Ekolojîstan, diyar kirin ku desthilatdariya 16 salan a AKP’ê hemû xweza wêran kir û gotin: “Di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de em ê piştgiriyê bidin HDP’ê.”   Parazvanên xwezayê yên li dijî wêrankirina xwezayê ya di desthilatdariya 16 salan a AKP’ê de tim têkoşiyan, bi çarçavan li benda hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ne. Ekolojîstan, diyar kirin ku ji bo ew ji sûcên li dijî xwezayê hatin kirin xelas bibin hilbijartin fersendek dîrokiye û dê ji bo aştî û  ekolojiyê piştgiriyê bidin HDP’ê.    Ekolojîst Erol Çirak, diyar kir ku hemû polîtîkayên AKP’ê xwezaya welat talan kir û wiha got: “Ger îtîfaqa AKP û MHP’ê berdewam bike dê xwezaya me bêtir talan û wêran bikin. Qadên dîrokî û çandî kirin qûrbanê bendavan. Polîtîkayên meta kirin xwezayê tim bi rêve bibin. Hikûmeta AKP’ê desthilatdariyek hemû ava û bahewaya welat gemarî kirin. Ji ber vê yekê ev hilbijartin ji bo ekolojîstan fersendek mezin. Emê jî di vê hilbijartinê de piştgiriyê bidin partiya HDP’ê, ji ber ku ekolojiye diparêze.”   ‘EM Ê BÊJIN TEMAM’   Çirak, anî ziman ku ekolojîst dê ji bo desthilatdariya AKP’ê bêjin ‘TEMAM’ û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku dengê xwe didin AKP’ê jî, divê êdî ji AKP’ê re bêjin ‘TEMAM.’ Di warê ekolojiya welat de AKP têk çûye û îflas kiriye. Emê di vê hilbijartinê de nehêlin  dengên gel bên dizîn û emê di 24’ê Hezîranê de bera AKP’ê bidin.”   ‘HDP EKOLOJÎ Û AŞTIYÊ DIPARÊZE’   Ekolojîst Ertugrul Barka jî, da zanîn ku têkoşîna ekolojiye, teqeze têkoşînek polîtîke û wiha axivî: “Ekolojîstan bi HDP’ê re îtîfaq avakirin. Di warê ekolojiyê de baweriya me bi HDP’ê tê. Em di wê baweriyê dene ku HDP nirxên dîrokî, çandî û ekolojiya welat biparêze. Desthilatar li çar aliyên welat dixwaze ekolojî  û çandê tune bike. Ji bo ked, azadî, mafê mirovan,  mafê jinan û zarokan emê piştgiriyê bidn HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş “    MA / Ruken Demîr