'Em ê dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberoja xwe derkevin’ 2018-05-01 09:02:58 MÊRSÎN – Ciwanên Mêrsînê anîn ziman ku ew ê destûrê nedin çêkirina Santrala Akkuyuyê û gotin: “Em ê dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberoja xwe derbikevin.”  Hikumeta AKP’ê bêyî ku nêrîna gel bigire serî li çêkirina Santrala Nukleer a Akkuyuyê da û bingeha wê jî ava kir. Nerazîbûna gel li dijî çêkirina santralê dewam dike. Me li Perava Pozcu ya Mêsînê der barê çêkirina santralê de nêrîna gel girt. Îlknur Ercan diyar kir ku çêkirina santrala Nukleer yek ji polîtîkayên şaş ên hikumeta AKP’ê ye û got: “AKP, talankirina xweza û hawîrdorê didomîn e.”    ‘EM Ê TÊBIKOŞIN’    Ercan anî ziman ku santrala Nukleer hem zirarê dide derdorê û hem jî dide tenduristiya mirovan û wiha domand: “Israrkirina di projeyek ewqas zerarê dê bide, tiştekî ne bi aqilî ye. Divê li welatê me û herêma me demil dest dest ji projeyek bi vî rengî berdin. Bivênevê divê em xwedî li bajar û xwezaya xwe derbikevin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî santrala nukleer jî bidomînin.”    ‘DIVÊ DERSÊ JI DÎROKÊ DERBIXIN’    Denîz Cengîz jî destnîşan kir ku bi avakrina santralê re dê radyasyon belav bibe û wiha axivî: “Ev radyasyon dê zirarê li ser derdorê jî bike û wê li ser hemû nifşan bandorê bike. Zarokên nû çêbibin jî dê seqet bimînin. Çernobil û Fukuşima hêj di bîra me de ye. Divê em dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberojê derbikevin. Divê em ciwanên Mêrsînê nehêlin ku santral bê çêkirin.”    'KU BITEQE KES NIKARE PÊŞIYÊ BIGIRE’    Alî Gumuşay jî bi bîr xist ku hemû santralên nukleer ên li cîhanê yek bi yek tên girtin û got: “Lê dema em li welatê me dinêrin, dixwazin li gelek deveran santralên nukleer çêbikin. Polîtîkaya aborî û enerjiyê ne di wê rewşê de ye ewlehiya santrala nukleer pêk bîne. Di çizirandinekê de dê Tirkiye nikaribe pêşiya vê bigire. Xisûsek din a girîng jî ew e, santrala nukler a Akkuyuyê li ser xeta fayê çêdikin. Ji ber vê yekê di qezayek biçûk de dê felaket çêbibe. Zirarê dide hemû jiyana zindiyan. Ji ber vê yekê em li dijî çêkirina wê ne.”