'Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne em li benda we ne’ 2018-04-26 13:46:37   ÊLIH – Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê banga beşdariya çalakiya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê kir û got: “Ji bo xwedî derketina xweza û dîrokê em li Heskîfê li benda her kesî ne.”    Pêkhateyên Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê bi boneya çalakiya 28’ê Nîsanê ya Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê civîna çapameniyê li dar xist û banga beşdariya çalakiyê kir. Civîn li avahiya Şaxa Genel Îş’ê ya Êlihê pêk hat û berdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mahfuz Akgul, Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ridvan Ayhan û Berdevekê Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’a Êlihê Îkram Îrgî beşdar bûn.    ‘EM LI HESKÎFÊ LI BENDA WE NE’    Îkram Îrgî di civînê de axivî û diyar kir ku dê di 28’ê Nîsanê de zêdetirî 20 welatan bi awayek hemwext ji bo Sûr û Heskîfê çalakî bên lidarxistin. Îrgî da zanîn ku li Tirkiyeyê jî di serî de li Êlih, Amed û Stenbolê dê li 10 cihan çalakî bên birêve birin û got: “Ji bo Heskîf tune nebe em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo xwedî derketina xweza û dîrokê em li Heskîfê li benda her kesî ne. Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne em banga têkoşîna parastina Heskîfê li her kesî dikin.”