Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin 2023-04-01 15:19:14   AMED - Komeleya Ekolojiyê diyar kir ku ew ê tev li kampanyaya “Bi şitilekê xwedî li jiyanê derkeve” ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane daye destpêkirin bibin.   Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ragihandibû ku kampanyaya şitil danînê ya par li dijî bêdaristanî û polîtîkayên şer li ser navê parastina jiyan û aştiyê dabû destpêkirin wê îsal bi dirûşmeya “Bi şitilekê xwedî li jiyanê derkeve” ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bidomînin. Komeleya Ekolojiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku piştevaniya kampanyayê dikin.    ‘TEV LI AKTÎVÎTEYA ÇANDINA ŞITILAN BIBIN’    Komeleya Ekolojiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di navbera 1-10’ê nîsanê de bi dirûşmeya ‘Tu jî darekê biçîne, jîyanê şîn bike'; bang li gel, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû parêzvanên jiyanê yên li Amedê dikin ku tev li aktîvîteya çandina şitilan a li baxçe, şaneşîn, li gundan, li dibistanan, kolan, tax û her quncikên bajêr bibin û her kesê ji bo vê kampanyayê teşwîq bikin.”