Gundiyên li dijî kana keviran: Em ê li ber xwe bidin 2018-02-20 10:28:00 DERSIM - Gundiyên ku bertek nîşanî kana keviran ku tê xwestin li herêma Kocakoç Pahê bê çê kirin dan, destnîşan kirin ku bi vî awayî tunekirina xwezaya wan tê xwestin. Gundiyan bi lêv kir ku ew ê nehêlin herêma wan ji mirovan bê xalîkirin û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.  Ocaxa keviran a di sala 2015'an de ji bo li herêma Karakoç Pahê ya Dersimê bê çêkirin û ruxseta wê hat dayîn, wê demê ji ber bertekên hatin dayîn nehtaibû çêkirin. Lê belê niha dîsa tê xwestin ku ocax bê çêkirin. Gundî li hemberî projeya ku Înşeata Kalanê çêkirina wê hilgirtiye ser xwe dertên. Piştî bertekên gundiyan makîneyên karî yên ji bo projeyê liviyan hat sekinandin. Gundiyan ji 7 saliyan heta 70 saliyan destnîşan kir ku bi salan e ew li dijî vê yekê têdikoşin û diyar kirin ku bi ocaxa kevran tê xwestin ku herêma wan ji mirovan bê xalîkirin.    ‘WÊ XWEZAYA ME BÊ TALANKIRIN'    Elîf Leyla Gok a 80 salî, destnîşan kir ku wê bi avakirina ocaxan xwezaya wan bê texrîbkirin û wê mirov nikaribin li gundan bijîn. Gok, destnîşan kir ku ew ê nikaribin heywanên xwe jî bibin mêrgan û got: "Wê bi ocaxên kevirîn xwezaya me bê talankirin. Ji ber vê em li dijî wê ne, naxwazin. Divê demildest dawî li vî karî bê. Heta dawî lê neyê, em ê herêmê neterikînin."    ‘PÊVAJOYA DADGEHKIRINÊ DIDOME'    Şêniyê gund Kemal Salvar jî, got  ji sala 2008'an ve tê xwestin ev proje bê sepandin. Salvar bi lêv kir ku berê jî ew li dijî ocaxê derketine û di encama hevdîtinên wan ên bi şîrketan re çêkirina ocaxê hatiye sekinandin. Salvar got: "Lê belê îro bi awayekî dereqanûnî tê xwestin ku dîsa bê çêkirin. Bêyî hayê gundiyan jê hebe keviran derdixin. Çend sal berê ji ber em li dijî vê derketibûn, em hatibû dadgehkirin. Pêvajoya me ya dadgehkirinê didome."    'TÊ XWESTIN KU DERSIM BI POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ BÊ HEPSKIRIN'    Salvar dubare kir ku ew naxwazin ji qadên wan ên jiyanê kevir bên derxistin û wiha axivî: "Em li vir debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Wê ocaxên keviran rê li ber qedandina vê yekvê vebikin. Niha şîrket bi zorê dixwazin li xwezaya Dersimê tev bigerin. Em ê destûra vê yekê nedin. Tê xwestin ku erdnîgariya Dersimê bi polîtîkayên ewlehiyê bê hepsîkirin. Dixwazin gundiyan ji qadên wan ên jiyanê dûr bixin."    ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'    Keyayê gundê Sînanê Alî Guler jî diyar kir ku ew gundî ocaxa keviran naxwazin û got: "Ji bo ocaxa keviran neyê çêkirin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bi salan e hem di warê însanî hem jî di warê huqûqî de li dijî van projeyan em li ber xwe didin. Perçeyeke kaxez digirin û dibêjin tiştê ew dikin qanûnî ye. Em ê nehêlin ku li gundê me keviran derxînin. Em dixwazin bi awayekî aram bijîn. Mirovên karî yên fêlbaz Rewşa Awarte wekî firsendê dibînin û polîtîkayên xwe yên qirêj li hemberî xwezaya me dixin dewrê. Em gelê Dersimê em ê xwedî li erdîngariya xwe derkevin. Bang li herkesî jî dikim ku xwedî lê derkevin."    MA / Semra Turan