Li Colemêrgê şewata daristanê 2020-09-08 14:45:02   COLEMÊRG – Li gundê Dêzê yê navenda Colemêrgê, ji ber sedemeke ne diyar agir bi daristanê ket. Di şewatê de heta niha gelek lodên giha û daristan şewitîn.    Li herêma gundê Dêzê yê navenda Colemêrgê, ji ber sedemeke ne diyar agir bi daristanê ket. Di demeke kurt şewat li beşeke mezin a herêmê belav bû û gundê hewl didin vemirînin. Ji ber şewatê gelek lodên giha û li herêmeke berfireh dar şewitîn. Hê jî agir nehatihe vemirandin û gundî li benda alîkariyê ne.