NAVENDA NÛÇEYAN - DBP, DEM Partî, TJA û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û gotin divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Di daxuyaniyan de banga xwedîderketina li Kurdî her kesî hate kirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyên nivîskî dan û banga xwedîderketinê kirin.
DBP
DBP’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di 15’ê Gulana 1932’yan de bi weşandina Kovara Hawarê ya ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve, bingeha nûjen a ziman û wêjeya Kurdî hatiye avêtin. DBP’ê destnîşan kir ku Hawar di şert û mercên dijwar de ji bo zimanê Kurdî bûye deng û hêviya zindîbûnê, loma ev roj ne tenê roja zimanekî ye, di heman demê de roja berxwedan û xwedîderketina li nasnameyekê ye.
DBP’ê diyar kir ku tevî hemû polîtîkayên înkar û bişaftinê jî, gelê Kurd zimanê xwe bi berxwedan û bedelên giran gihandiye roja îroyîn. DBP’ê, destnîşan kir ku her hevoka bi Kurdî israra ji bo azadî û wekheviyê ye û wiha domand: “Divê em hemû qadên jiyanê bi zimanê xwe bixemilînin. Malên xwe ji xwe re bikin dibistan, zimanê xwe bigihînin nifşên nû, xwedî li çand û hunera bi zimanê xwe yê dayikê derkevin.
Her çend em îro di qonaxeke dîrokî re derbas bibin jî, em hîn li hemberî pergala yekperest hawara xwe ya ji bo zimanê xwe didomînin. Yek ji zaraveyên me Kirmanckî/Zazakî niha bi din xeteraya windabûnê de ye. Ev rewş encama rasterast a polîtîkayên înkar û bişaftinê ye ku bi salan li ser zimanê Kurdî tê meşandin. Parastina Kirmanckî, di heman demê de parastina pirrengî, çand û bîranîna gelê Kurd e. Divê baş were zanîn ku zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd xeta sor e û daxwaza me eşkere ye. Em ji bo zimanê xwe ‘statu’ û perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Bi vê mebestê, cejna zimanê me li hemû ax û welatê me, li gelê me pîroz be. Em ê tim bi Kurdî bixwînin, binivîsin, biaxivin û bijîn!”
DEM PARTÎ
DEM Partiyê jî di daxuyaniya xwe de 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha got: “Pêvajoya ku di sala 1932an de li Şamê bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan dest pê kir, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîn û pêşxistina zimanê Kurdî yê ku gelê Kurd bi salan jê bêpar hatibû hiştin, nîşana serdemeke girîng e. Ziman; bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in. Zimanê dayikê, nîşana herî xurt a nasnameya gelan e. Ji ber vê yekê, azadiya ziman ne tenê mafekî çandî ye, di heman demê de bingeha jiyaneke wekhev, demokratîk û mafê beşdariya siyasî ye.
Kurdî, yek ji zimanên herî kevnar ên Mezopotamyayê ye. Lê ji ber polîtîkayên yekperest û cudaxwaz ên netew-dewletan bi salan di bin zextê de maye û bi milyonan mirov ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatine hiştin. Nenasîna mafê zimanê dayikê, îro jî wekî yek ji sedemên herî girîng ên pevçûnên civakî berdewam dike. Aştiya civakî tenê bi xurtkirina nirxên demokratîk û lihevkirina civakî pêkan e.
Naskirina mafê perwerdeyê yê ku gelê Kurd li Sûriye/Rojava bi têkoşînê bi dest xistiye û pêşdebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne. Misogernekirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo jiyana hevpar a hemû gelên Rojhilata Navîn jî rîskeke mezin dihewîne. Banga jiyana hevpar a ku Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû, ji bo ku gel li ser zemîneke wekhev û demokratîk di xaleke hevpar de bicivin, perspektîfeke dîrokî pêşkêş kiriye.
TBMM wekî pêdiviya lihevkirina civakî, divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafekî jêneger e, bixe bin ewlehiyê. Divê bikaranîna Kurdî di qada giştî û saziyên fermî de bê dabînkirin. Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî daxwaza me ya herî rewa û mafê gelê Kurd ê xwezayî ye. Gelekî ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derdikeve, di heman demê de nasname, bîr û siberoja xwe jî diparêze.
Di vê roja watedar de, em bang li hemû jin, ciwan, kedkar û ronakbîran ên ku ji bo ziman, çand û nasnameya me têdikoşin dikin ku em bi hev re bibin hêza avaker a civaka demokratîk, berpirsiyariyê bigirin ser xwe, li dora “zimanê dayikê” ku nirxekî hevpar ê civaka demokratîk e bicivin, civakîbûnê bihûnin û civaka demokratîk bi hev re ava bikin. Bi dirûşma; ‘Statuya Kurdî, perwerdeya bi Kurdî’ em Cejna Zimanê Kurdî li Celadet Elî Bedirxan û hemû xîretkêş û xebatkarên zimanê Kurdî û gelê Kurd pîroz dikin.”
TJA
TJA’yê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: “Ev cejn bêguman bingeha xwe ji rûpelên kovara Hawarê digre û her yek ji wan rûpelên ku ji Şamê derkeve dike ku bingeh û stûna zimanê Kurdî qayimtir bibe. Di roja Cejna zimanê Kurdî de em dkarin bêjin ku yek hem di çanda berxwedanê de hem jî çanda Kurdewar de rola jinên Kurd ên berxwedêr berbiçav e. Tê zanîn ku weke hemû çandên li ser rûyê cîhanê di çanda Kurdan de jî têkiliya jin û ziman, ne tenê têkiliyeke ji rêzê ye; ew bingeha hebûn û manê ye. Zimanê Kurdî sedsalan bi saya ked û dengê jinan li ser piyan maye.
Di dem û serdemên ku gelê Kurd rastî tunehesibandin û înkarkirinê hatî de jin di civakê de dibûn ‘dibistana yekem.’ Ev dibistana ku di dîroka çanda gel de wek çîrokan derkeve pêş de. Piştre bi têkoşîna Tevgera Azadiyê re dibe rola herî sereke û di berxwedanê de li pêş cih digre. Gelê Kurd bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya 50 salên dawî de ji bo çand, huner, xwebûn, nasname, ziman û hebûna gelê Kurd berxwedaneke bê eman dan. Bingeha ku bi Hawarê, ziman hatî latînezikirin, di 50 salên dawîn de rengê xwe diguherîne berxwedaneke bêeman ya hebûn û tunebûnê.
Berhema bi hezaran salan, çîrok, awaz û nêrîna cîhanê ya civakekê hildigire û digihîne pêşerojê. Zimanê Kurdî, tevî hemû zehmetî û astengiyên ku di dîrokê de rastî wan hatiye, bi wêjeya xwe ya dewlemend û kevneşopiya xwe ya devkî îro jî zindîbûna xwe diparêze. Dewlemendiyên zimên, mîrasa hevpar ên mirovahiyê ne. Parastin, pêşxistina ziman ya di qada giştî de bi heman awayî yek temînata aştiya civakî û pirrengiya çandî bixwe ye jî.
Li Rojhilata Navîn bi destê ferasetên desthilatdaran dehan çand, ziman û nasnameyên curbicurî bi bişaftinê heliyan. Zimanê Kurdî bi têkoşîneke bê hempa li dijî vê ferasetê li ber xwe da û hê jî li ber xwe dide. Em jî wek Tevgera Jinên Azad ku di vê têkoşînê de carinan wek Mestûre Erdelanî, carinan wek Leyla Qasim, carinan wek Zîlan, Bêrîtan, Sema û Sakîneyan her û her me li ber xwe da û hê jî ev rêwitiya me ya berxwedanê didome. Li dijî bişaftinê, tunekirin û qirkirina polîtîkayên ziman em ê her li ber xwe bidin û tenê kêliyekê jî nefikirin. Ziman hebûn û nasnameya me ye. Bila Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz be.”
ÎNÎSIYATÎFA YEKITIYA DEMOKRATÎK
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bal kişand ser girîngiya rojê û got: “Çirûska ku di 15a Gulana 1932’yan de hatiye pêxistin, di warê pêşxistin û parastina Kurdî de xaleke werçerxê ye. Lewra Hawar tenê kovareke wêjeyî ye, di heman demê de li dijî êrişên li ser gelê Kurd û înkara hebûna neteweyî; xwe zanîn e û xwe nasîn e. Zimanê Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî), di nava sedsala dawîn de rastî zext û zordariyeke giran hat, pir caran bi êriş û qedexeyên tund re rû bi rû ma. Lewra ji ber polîtîkayên yekperest hebûna neteweyî ya Kurd, zimanê dayikê û xaka gelê Kurdan ku navê wê Kurdistan e hat înkarkirin. Lê gelê Kurd tu car pê razî nebû ku bêyî nasname, ziman û axê di nava bêrûmetiyê de bijîn. Ji ber vê ye ku pakrewanên têkoşîna azadiyê di heman demê de wekî pakrewanên zimanê Kurdî jî di dilê gele xwe de cihê xwe girtine.
Zimanê Kurdî û zaravayên wê weke pisûleya yekitiyê kar dikin. Gelê Kurd li çar parçeyê Kurdistanê dizanê ku ziman tenê ne amûra ragihandinê ye. Herwiha ziman, bîra kolektîf a gelan e û stûna hebûnê ya neteweyî ye. Heke Kurdî winda bibe, heta ku qels bikeve; dê têkiliya rabirdû û îro qut bibe, tu nirxên ku di nava hezar salan de hatine avakirin, ji bo nifşên nû dê neyên veguhestin. Di heman demê de zimanê Kurdî; çi Kurmancî, çi Soranî, çi Kirmanckî û çi Goranî wekî pisûleya yekitî, azadî û piştevaniyê jî kar dike. Lewra her netewe encax bi axaftin û parastina zimanê xwe dikarin mohra hebûn û yekitiyê li dîrokê bixin. Gelê Kurd heta îro dev ji zimanê xwe berneda, dê heta hetayê jî li zimanê xwe xwedî derkeve. Ji ber vê, divê dewlet bi taybetî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de guh bide daxwazên zimanê Kurdî û bi polîtîkayên pişaftinê re jî hevrûbûn pêk were. Em dizanin ku heta hevrûbûn pêk neyê, dewlet dê berpirsiyariya xwe ya li hemberî zimên jî qebûl neke. Lê daxwazên gelê Kurd ku ew jî statuya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî ye, wekî rojê berbiçav in. Di vê çarçoveyê de divê demildest astengiyên qanûnî yên li hemberî Kurdî werin rakirin, divê Kurdî di makezagonê de were parastin, divê Kurdî bibe zimanê aborî û perwerdehiyê.
Herwiha banga me li gelê me ye ku li zimanê xwe xwedî derkevin. Lewra banga Ehmedê Xanî û şîretên Celadet Elî Bedirxan di guhê her kesê Kurdperwer de hê jî deng didin. Her netewe li hemberî zimanê xwe xwediyê berpirsiyariyeke dîrokî ye. Ligel têkoşîna statû û perwerdehiya bi Kurdî, divê her kes bi zimanê xwe yê neteweyî biaxive, bifikire û binivîse. Lewra zimanê Kurdî li ser her Kurdekî welatperwer ferz e. Nayê paştguhxistin, nayê taloqkirin, nayê jibîrkirin!
Em îsal 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi hevî û moreleke mezin pêşwazî dikin. Bi hişmendiya civaka demokratîk, divê ciwan û jin, karker û ronakbîr, gel û hemû xemxurên zimên ala Kurdî li her qada jiyanê bilind bikin. Em jî di serî de hemû pakrewanên zimanê Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”