ÎHH’ê avahiya dîrokî kire kafe!
WAN - Avahiya dîrokî ya di quntara Keleha Wanê de ku ji aliyê Mîmar Sînar ve hatiye çêkirin, Walitiyê da ÎHH’ê. ÎHH’ê avahiya dîrokî û olî kire kafe.
Li paytexta Qraliyeta Ûrartuyan Wanê avahiya dîrokî ya beşa têketina Mizgefta Husrev Paşa ya dîrokî ji bo tîcaretê hate vekirin. Derket holê ku Walîtiya Wanê, avahî dewrî Weqfa Heq û Azadî û Alîkariya Insanî (ÎHH) kiriye.
Keleha Wanê ya di B.Z. di sedsala 9’emîn de ji aliyê Qralê Ûrartu Sardûrî ve hatiye avakirin, cihê herî arkeolojîk ê Kurdistanê tê qebûlkirin. Keleh û derdora wê di serdema Ûrartu, Pers, Roma, Bîzans, Selçuklu û Osmaniyan bûye jîngeh û cihekî arkeolojîk e. Li herêmê kêlegor, bermahiyên sûrê, bermahiyên bajarê qedîm ê Wanê û gelek cihên mîmarî yên serdema Osmaniyan hene.
Mizgefta Husrev Paşa ya di quntara Kelehê de di sedsala 16’êmîn de wezîrê Osmanî Kose Husrev Paşa bi Mîmar Sînan daye çêkirin. Avahiya ku wekî kulliye hatiye çêkirin; ji mizgeft, medrese û ji beşa gorê pêk tê û li herêmê mînaka mîmariya herê girîng a Osmanî ye.
VEGUHERANDIN CIHÊ TICARÎ
Beşa têketina mizgeftê, di mîmariya Osmanî ya mizgeftê de xwedî cihekî sembolîk e. Ev beşa ku cemaet berî limêjê lê kom dibe, beşek ji avahiya dîrokî ya mizgeftê ye. Lêbelê tê de paldank û mase hatin bicihkirin û ev yek bû sedema bertekan û wek “xwemalîkirina qada cemaweriyê” hate nirxandin.
STATUYA PARASTINÊ
Herêm wekî asta yekemîn a xwediyê statuya arkeolojîk tê qebûlkirin. Li gorî rêziknameyê, hemû guhertinên ji bo bikaranînê girêdayî biryara Lijeneyên Parastinê ya Avahiyên Çandî ne. Lêbelê têkildarî biryara bikaranîn û texsîskirina avahiyê tu daxuyanî nehatine dayîn.
Arkeolog destnîşan dikin ku Keleha Wanê ne tenê qadekî turîzmê ye qadekî dîrokî û çandî ye û divê bi tevahî were parastin. Herwiha arkeolog hişyarî didin ku xebatên tîcarî yên li cihên arkeolojîk dê zerarê bidin avahiya dîrokî.
WEQFA ÎHH’Ê
Weqfa Heq û Azadî û Alîkariya Insanî (ÎHH), di nava cemaweriyê de bi alîkariya insanî tê nasîn lêbelê têkiliyên wê yên bi komên cîhadîst ên li Rojhilata Navîn û bi desthilatê carînan dibe cihê nîqaşê.
MA / Zeynep Durgut