Zeynep Konar hat definkirin 2026-03-10 16:10:57 XARPÊT - Zeynep Konar, dayika Omer Hayri Konar ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, bi merasîmekê hat veşartin.   Zeynep Konar (94), dayika Omer Hayri Konar ku ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Îmraliyê girtî ye, duh li Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn ku demeke dirêj bû lê dihat dermankirin, koça dawî kir. Cenazeyê Zeynep Konarê piştî merasîma cenaze li Goristana Asrî hat veşartin. Nûnerên Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Mehkûman re (TUAY-DER), partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din beşdarî merasîma cenaze bûn.   Piştre kesên ku beşdarî merasîma cenaze bûn, ji bo sersaxiyê çûn Mala Şînê ya Ziver a li Taxa Aksarayê.   Sersaxî dê 3 rojan bidome.