Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Diako Muradyaliabady diyar kir ku ji bo rawestandina darvekirin û zextên li Îranê divê hemû beşên civakê bibin yek û got: “Divê bi yekbûnê rêxistineke mayinde bê avakirin. Pêwîst e nerazîbûna belav bibe hêzeke birêxistinkirî û mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin.”

 
Li Îranê, li gorî daneyên ku ji 7’ê Nîsanê, destpêka agirbesta di navbera Îsraîl û DYA’yê û vir ve di raya giştî de hatine parvekirin, zêdetirî 56 kes hatine darvekirin. Di dema agirbestê de ji bo gelek çalakger û aktîvîstên siyasî yên ku dihatin darizandin, cezayê darvekirinê hat birîn.
 
 
Rojnameger û aktîvîstê mafên mirovan Diako Muradyaliabady pêvajoya li Îranê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Muradyaliabady anî ziman ku ji çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” û vir ve rejîm darvekirinê ji bo tepisandina gel bi kar tîne û  ev tişt got: “Mijar tenê bi sepandina asayî ya qanûnên cezayê nayê ravekirin. Li gorî standardên mafên mirovan û berpirsiyariyên navneteweyî yên der barê mafê jiyanê de, cezayê mirinê tenê di bin mercên pir sînorkirî de û bi pabendbûna prensîbên darizandina adil dikare bibe. Lêbelê, gelek raporên der barê sînorkirina gihîştina parêzeran, nezelaliya darizandinan û sipartina îtirafên gumanbar, van cezayan ji aliyê hiquqî ve dixe bin gumanê. Zêdebûna kuştinan di dema piştî krîzê de, nîşan dide ku kuştin beşek ji stratejiya kontrolê ye û bi rêya tirs û astengkirinê, hewildana ji nû ve avakirina qada giştî ye. Ev ceza ne tenê berteka ber bi paşerojê ve ye, di heman demê de hewildanek e ji bo şikildana helwestên civakê yên di paşerojê de.”
 
'KURD WEKE PIRSGIRÊKA EWLEHIYÊ TÊN PÊNASEKIRIN'
 
Muradyaliabady bi bîr xist ku di nav kesên hatine darvekirin de Kurd û girtiyên siyasî zêdetir in û wiha pê de çû: “Di dozên têkildarî Kurdistanê de, sernavên sûcan ên wekî ‘muharebeh’ û ‘îfsad fî’el-erz’ bi şîrovekirineke berfireh tên bikaranîn. Ev şîrove rê dide ku torên siyasî, sivîl û ragihandinê wekî gefên li ser ewlehiya neteweyî bên pênasekirin. Kurd ne wekî ‘kirdeyên siyasî yên wekhev’ tên dîtin, lê wekî ‘pirsgirêka ewlehiyê’ tên pênasekirin. Cezayên giran ên li dijî kesên ji rojhilatê Kurdistanê, erkeke sembolîk e. Ev ceza ne tenê li dijî kesekî ye, peyamek e ji bo hemû wê herêmê. Cezayê mirinê amûreke ji bo kontrolkirina civaka Kurd û erdnigariyê, sînorkirina çalakiya siyasî û xurtkirina vegotina fermî tê bikaranîn.”
 
PLANA KURD A DYA Û ÎRANÊ
 
Muradyaliabady anî ziman ku hem plana Îranê û hem jî ya DYA’yê li ser Kurdan heye û got: “Di polîtîkaya hundirîn de, li dijî daxwazên Kurdan nêzîkatiya ewlehîperest berdewam dike. Rejim, daxwazên siyasî, çandî û civakî ne wekî maf, lê wekî gefa ewlehiyê pênase dike. Siyaseta DYA’yê ya li hemberî Kurdan jî di çarçoveya hevsengiya jeopolîtîk û pragmatîzmê de ye. Di vê çarçoveyê de, Kurd ne wekî mijareke hiquqî ya aram, lê wekî guherbarek di hevkêşeyên ewlehiya herêmî de tên dîtin. Ji bo rejima Îranê, Kurd daxwazeke çaresernebûyî ya mafên wekhev û hêmanekî ewlehiyê ya li ser sînor in; ji bo DYA’yê jî, Kurd di hin qadan de hevkarên potansiyel in, lê ev helwest her tim bi şert dimîne.”
 
‘RÊYA SÊYEMÎN ŞÊWAZÊ BERXWEDANÊ YE’
 
Muradyaliabady der barê polîtîkaya rêya sêyemîn a partiyên Kurd ên li Rojhilat û Îranê de wiha got: “Ragihandina ‘rêya sêyemîn’ a partiyên Kurd di çarçoveya şerên herêmî de, ne tenê helwesteke taktîkî ye, tercîheke siyasî-hiquqî ya bihişmendî ye. Ev nêzîkatî, bersivek e ji bo tecrubeyên dîrokî yên ku nîşan didin hevpeymaniyên bi hêzên herêmî an derveyî herêmê re, dibe ku di demek kurt de bide qezenkirin, lê di demek dirêj de serxwebûna biryardanê lawaz dikin. Ev polîtîka ne tenê bêalîbûnek pasîf e, pênasekirina nû ya çalakiya siyasî ye.”
 
DIVÊ MEKANÎZMAYÊN RÊYA SÊYEMÎN BÊN AVAKIRIN
 
Muradyaliabady destnîşan kir ku ev tercîh bê berdêl nabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên ku helwesteke wiha nîşan didin, bi zextên hemwext re rû bi rû dimînin. Ger ‘Rêya Sêyemîn’ tenê wekî gotin bimîne û nebe mekanîzmayên pratîkî yên wekî xurtkirina saziyên sivîl, rêvebirina krîzê û torên civakî, rîska wê heye ku wekî pasîfbûn bê şîrovekirin. Rêya sêyemîn divê bi piştgiriya sazûmanî û civakî re bibe bingeha avakirina siyaseta li ser bingeha mafên wekhev û beşdariya demokratîk.”
 
‘RÊXISTINBÛNA CIVAKÎ GUHERÎNÊ ÇÊDIKE’
 
Muradyaliabady diyar kir ku ji bo guherîna rejimê divê hemû beşên civakê têkoşîneke yekbûyî bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê bi yekbûnê rêxistineke mayinde bê avakirin. Çareserî ne di mîlîtarîzekirina krîzê de, di xurtkirina kapasîteyên guherînê yên hundirîn ên civakê de ye. Demokrasî, dûrbûna ji navendîparêziyê, darazeke serbixwe, qedexekirina cezayê darvekirinê û mafên wekhev ji bo hemû welatiyan, şertê veguherandina nerazîbûnê ber bi hêzeke siyasî ya bi bandor e. Ya ku veguhertinekê mayinde dike, ne demkî ye, lê kûrahî û berdewamiya wê ye. Bêyî beşdariya rastîn a neteweyan û herêman di parvekirina hêz û biryardanê de, tu hevpeymanî nabe mayinde.”
 
MA / Bêrîvan Kutlu    
 
 
Nûçeyên Têkildar
Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin
Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin

Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê ji bo Pexşan Ezîzî, Yousef Ahmadi û Hatem Ozdemîr ên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang kir û xwestin her kes li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bike.

Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir

Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.

Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê ku der barê darvekirinan de daxuyanî dan, banga rawestandina darvekirinan kirin.

Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne
Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne

Birayê Nêrgiz Mihemedî Hamîd Riza Mihemedî diyar kir ku xetere li ser rewşa tenduristiyê ya xwişka wî heye û got: “Bi alîkariya cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne.”