Ji xwendekarên Îranê tifaq: Ji bo pêşerojeke demokratîk em dengê xwe bilind bikin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên zanîngehê yên li Îranê tifaqek ava kir û got: “Weke dengê rasteqîn ê gelê Îranê, werin em ji bo pêşerojeke hemdem û demokratîk dengê xwe bilind bikin.” 

 
Komên xwendekaran ên ji herêmên cuda yên Îranê, di pêvajoyeke dîrokî û krîtîk a welat de hatin gel hev û ragihand ku tifaqa xwe ava kirine. 
 
Di daxuyaniya xwendekarên zanîngehê de wiha hate gotin: “Di demeke miletê Îranê yê wêrek ji bo rejîma faşîst û zexta olî bi temamî hilweşîne rabûye ser pêyan de em jî di vê kêliya dîrokî û krîtîk de hebûna xwe radigihînin. Di demeke dîwarên zexta olî di derizin, xetereya ku zext bi şêweyeke cuda xwe jinûve birêxistin bike de, em jî xwe dispêrin aqilekî rexnegir û mîrateya tevgera xwendekaran. Vê jî kir ku em lihev bicivin.” 
 
REGEZÊN TIFAQA XWENDEKARAN
 
Xwendekaran, diyar kir ku ew ê tiştên di protestoyên meha Çileyê de hatine jiyîn ji bîr nekin û rêgez û bingeha fikrî ya tifaqa xwendekaran wiha rêz kir: 
 
*Li dijî paşverûtî û tîraniya mîratgir seknekî zelal: Em li hemberî şêx û şêxan serî natewînin. Şoreşa gelê Îranê, rêwîtiya azadî, wekhevî, laîktî û demokrasiyê ye. Hewldanên ji bo dîrokê jinûve bînin û rejîma qraltiyê jinûve ava bikin, xiyaneta li dijî rêgeza azadiyê ye. Em ê teslîmî ‘xerab û hêj xerabtir’ê nebin û vebijêrka me, rêveberiya gel e. 
 
*Sînorkirina faşîzm û totalîterîtiyê: Tevgera me bi aşkerayî vê radigihîne; dirûşma ‘Yek welat, yek al, yek lîder’, serdema tarî ya Almanyaya Nazî bi bîr dixe û tu eleqeya xwe bi demokrasiyê re nîne. Ev tevgera ku bi daxwaza xwe ya text, tunekirin û dirûşmên mirinê tên bibîranîn, hewl dide baweriyên li ser navê wê ne faşîst bitepisîne û daxwazên azadiyê yên tevgera jinê asteng bike. Ev kesên ku siyaset bi gef û tirsên qirêjî kirine, ji bo pêşeroja Îranê xetere ne. Em ê destûrê nedin ku Kurdan, Tirkan, Belucan û hemû ewladên vî welatî weke ‘dabeşkar’ nîşan bidin û bi rêya zexta leşkerî serweriya Îranê tesîs bikin. 
 
*Zanîngeh: Keleha azadiyê ne, stargehên takekesiyê nînin û cihên piranîparêziyê ne. Em hemû hewldanên bi darê zorê dirûşman bi xwendekaran didin fezkirin bi tundî red dikin. Xwendekar, amûra propagandayê yên tu dîktatoran nînin. Hewldanên ku bikaranîna xwîna xwendekarên şehîd ji bo şexsê xwe û malbata xwe, heqaretekî li dijî zanist û têkoşînê ye. 
 
*Piranîparêzî û aqilê kolektîf: Tifaqa me, xwe dispêre ‘aqilê kolektîf’, xwe naspêre ‘takekesiyê.’ Armanca me ne piştgirîdayîna kesekî ye, armanca me xurtkirina civaka sivîl e. Weke kesên komarparêz, em pergaleke ku hêz tê de demkî, diguhere û hesabê dide dixwazin. 
 
*Banga yekitiyê: Em bang li hemû xwendekarên azadîxwaz, laîk, çepgir, weltaparêz û demokrat, hemû kesên dilsozên azadiya Îranê dikin ku tev li vê tifaqê bibin.” 
 
Daxuyanî, wiha bi dawî bû: “Yekitiya me ya zanebûn, li dijî zexta heyî û zordestiya di kêmînê de, dîwareke qewî ye. Weke dengê rasteqîn ê gelê Îranê, werin em ji bo pêşerojeke hemdem û demokratîk dengê xwe bilind bikin.”     
Nûçeyên Têkildar
Rejîma Îranê li hunermendan cezayê lêdana birî
Rejîma Îranê li hunermendan cezayê lêdana birî

Li hunermenda Îranî Peresto Ahmedî û gelek muzîsyenan, bi hinceta ku tevlî konserekê bûne ji aliyê dadgeha Îranê cezayê lêdana bi qemçiyan hate birîn.

Trump metna mutabaqata bi Îranê re îmze kir
Trump metna mutabaqata bi Îranê re îmze kir

Trump protokola mutabaqatê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re hate amadekirin, îmze kir. Agirbesta mayinde li eniya Lubnanê, vekirina Tengava Hurmuzê, rakirina pêkanînan û sererastkirinên nû di mijara bernameya nukleerî de li nava metnê hene.

Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin
Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin

Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê ji bo Pexşan Ezîzî, Yousef Ahmadi û Hatem Ozdemîr ên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang kir û xwestin her kes li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bike.

Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir

Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.

Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”