Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir

  • cîhan
  • 15:36 26 Gulan 2020
  • |
img
ENQERE - Her çend li cîhanê vîrûsa corona (Covît-19) belav dibe jî gelek welat gav bi gav tedbîran radikin. Li aliyê din Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li dijî pêla duyemîn hişyarî kir û got: "Dibe di şewbê de zîrveya duyemîn" pêk bê. 
 
Li cîhanê şewba vîrûsa corona (Covît-19) hêj belav dibe. Her çend heta niha dermanê vîrûsê nehatiye dîtin û çareserî nehatiye peydakirin ji gele welat gav bi gav derbasî pêvajoya asayî dibin û tedbîran radikin. Li dijî vê yekê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li dijî pêla duyemîn hişyarî kir û got: "Dibe di şewbê de zîrveya duyemîn" pêk bê. Dîrektorê Bernameya Rewşên Lezgîn ê WHO Dr. Mike Ryan, diyar kir ku li gelek welatan şewb kêm bûye, lê hêj li Amarîkaya Başûr û Navîn, Başûrê Asya û Efrika hêj weşb belav dibe. Ryan, anî ziman ku şewb pêl bi pêl belav dibe. 
 
Rojnameya The Guardian, ev hişyarî bi sergotara "WHO li aliyekî cerebeyên hidroksiklorokinê radiwestîne, li aliyê din, li dijî ‘zîrveya duyemîn' hişyar dike." Rojnameyê di nûçeyê de anî ziman ku Ryan dibêje “Dibe ku şewb niha kêm bibe, lê divê mirov xwe ji bo pêla duyemîn amade bike." 
 
Malpera akademîk a Researchgate jî bi sernavê “Hêzên ku dîsa vîrûsa corona bikîne mirov: Ji bo SARS-CoV-2 wane" gotarek parve kir. Malpera Euronews jî ev gotar kir nûçe. 
Rojnameya Middle East Eye (MEE) jî bi sernavê  “Ziyaretvanên Hec û Umre heta daxuyaniyek duyemîn dê ziyareta Mekkê rawestînin" gotarek nivîsî. 
 
Rojnameya The New York Times jî got "Bîranîn bi êşên nû û siyasetê tên pêşwazîkirin. Windayên vîrûsê, wekî windayên şer zêde ne. Ji ber vîrûsê nêzî 100 hezar kes li DYA mirin." 
 
VEKIRINA FABRÎQEYAN 
 
Çamemeniya DYA jî vekirina fabrîqeyan xist rojevê. Rojnameya New York Times, têkildarî mijarê nûçeya “Fabrîqeya goşt ji nûve vebû. Şirket navêje çend kes bi vê nexweşiyê ne. Bi dehan fabrîqe ji nûve vedibin. Şîrketên goşt naxwazin hêjmara nexweşan diyar bikin. Ev bêdiliya wan dê bandorek çawa li ser belav bûna vîrûsê bike." nivîsî. 
 
Rojnameya Le Monde jî anî ziman ku Serokê Fransa Emmanuel Macron dê fabrîqeya erebeyan ziyaret bike û ji bo sektora maşîneyan ji nûve zindî bike dê planê aşkere bike."
 
Werger: Ajansa Mezopotamya