100 endamên DAİŞ'ê vegeriyan Almanyayê

  • cîhan
  • 17:58 24 Gulan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve yê Almanyayê diyar kir ku 100 welatiyên tev li DAÎŞ'e bûbûn dîsa vegeriyan Almanyayê.  
 
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê diyar kir ku 100 welatiyên Alman ên ku tev li DAIŞ'ê bûbûn, vegeriyane Almanyayê. Wezaretê anî ziman ku endamên li Iraq û Sûriyeyê tev li DAIŞ'ê bûbûn vegeriyane Almanya û lêpirsîna wan li Almanyayê didome. Berdevkê wezaretê anî ziman ku ev kesana tev li şer bûne û di nava DAIŞ'ê de perwerde bûne.