Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin

  • cîhan
  • 10:58 23 Gulan 2020
  • |
img

NAVENDA NUÇEYAN - Konseya Ewpora ji ber ku Tirkiye li gorî pîvanên azadiya çapemeniyê tev nagere, Tirkiye hişyar kir û xwest li gorî krîterên azadiya çapemeniyê tev bigere. KE ji Tirkiye xwest ku dawî li êrîşên ser rojnamegeran bîne. 

Meclîsa Parlamenetrên Konseya Ewropa (MPKE) têkildarî azadiya çameniyê Tirkiye hişyar kir. Raportorê MPKE'ê Stefan Schennach, diyar kir ku Tirkiye û Azerbaycan li dijî rojnamegeran xwedî “fenomenek tirsnak e”. 
Schennach, anî ziman ku Tirkiye bi salan de tundiyê li ser rojnamegeran dimeşine û xwest dawî li zext û tundiya li ser rojnamegeran bîne. Schennach, anî ziman ku li gori Platforma Çapemenî u Saziya Rojnamegeran a KE'yê li Tirkiyeyê 95 rojnameger girtî ne. Endamê Partiya Civakî ya Avusturya (SPÖ) Stefan Schennach, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê Rojnameger bi awayeki keyfî tên girtin û bi salan girtî dimînin. Schennach, bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî û destnîşan kir kir ku ji ber vîrûsa Covid-19 girtî di bin talûkeyek mezin de ne.