194 welatan biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan

  • cîhan
  • 16:23 19 Gulan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 194 welatên cîhanê ji ber şewba kurevî (Covid-19) biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan. 
 
Dewletên Yekbûyî yên Amarîka, (DYA) û Çîn jî di navde 194 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dan. Welatên endamên Neteweyên Yekbûyî biryar dan ku di demek kin de bi awayekî serbixwe û bê alî bi her awayî WHO bê lêpirsînkirin. 
 
Hat diyar kirin ku ji bo li tevahiya cîhanê tedbîr û amadekariyên li dijî şewbê bên girtin û tedbîr bên zedekirin biryara lêpirsîna WHO hatiye girtin.