Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye

  • cîhan
  • 14:21 19 Gulan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Anders Knape nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got: “Qeyûm heqaret e li hilbijêr û demokrasiyê.”
 
Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Anders Knape derbarê desteserkirina şaredariyên HDP’ê de daxuyanî da.
 
Knape wiha got: “Di dema şewba Covîd-19’ê de jî em dibihîzîn ku Tirkiye li başûrê rojhilatê welat şaredaran ji peywirê distîne û qeyûman li şûna wan peywirdar dike. Ew şaredarî di 31’ê Adara 2019’an de ji aliyê şaredarên ji aliyê gel hatine hilbijartin, lê a niha ji aliyê karmendên dewletê ve tên birêvebirin.”
 
Lêpirsînên zêde yên li ser nûnerên hatine hilbijartin û peywirdarkirina kesên li şûna wan heqaretek e li kesên ku piştgiriyê didin hilbijartinên azad û bi edalet. Ev rewş di heman demê de li dijî demokrasiya li Tirkiyeyê jî gefeke mezin e .
 
Kongreya me ji bo biryara li ser şaredarên hatine hilbijartin û piştre hatine girtin ji Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê nirxandineke fermî daxwaz kir û em li benda weşandina vê raporê ne.”