Li Îtalyayê rapora vîrûsa coronayê: Yên herî zêde dimirin temenê wan di navbera 60-79 salî de ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber vîrûsa koronayê herî zêde mirin li Îtalyayê pêk tê. Derbarê mirinên li Îtalya de raporek balkêş hat amadekirin. Ji ber vîrûsê 3 hezar û 200 kes mirin e û 2 hezar û 443 kesên mirine jî temenê wan di navbera 60 û 79 saliyan de ne. Hat gotin yên temenê wan di bin 30 salîbûnê de ye kes ne miriye. 
 
Ji ber vîrûsa koronayê (Kovid-19) herî zêde li Îtalyayê mirin pêk tên. Hat gotin heta roja înê 3 hezar û 200 kes ji ber vîrûsê mirin e. Derbarê van mirinan de raporek balkêş û girîng hat amadekirin. Li gorî rapora The Surveillance Group (Grûba Çavdêriyê) amade kiriye cih ji temenên kesên mirine re hatiye veqetandin û hejmara jin û zilamên mirine eşkere dike. 
 
Li Îtalyayê het duh 4 hezar û 825 kesan jiyana xwe ji dest da. 53 hezar û 578 bûyer hatine tespîtkirin. Li gorî raporê herî zêde mirin li bajarê Mîlonayê ku wek navenda modayê tê zanîn pêk hatine. Tê gotin 2 hezar û 175 kesan li vê herêma Lombardiya ya Mîlanoyê jiyana xwe ji dest dane. Ji sedî 68 herî zêde mirin li Lombardiyayê pêk tê û di pey re jî ji sedî 16.4’an Emilia Romagna tê. Hejmara mayî jî bûyerên mirinê li tevahiya welat belav bûye. 
 
Yên jiyana xwe ji dest didin temenê wan di navbera 31 salî û 103 salî de diguhere. Temenê mirinê wek 78.5 hat tespîtkirin. Temenê jinên jiyana xwe ji dest didin teqrîben 82 ye û temenê zilaman jî teqrîben wek 79 hat diyarkirin. Temenê kesên vîrûsa koronayê li wan geriyaye jî teqrîben wek 63 hat diyarkirin. 
 
HETA NIHA ZAROK NEMIRINE 
 
Li gorî daneyên raporê tê gotin kesên temenê wan di navbera 0-30 salî de ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest nedane. 
 
HERÎ ZÊDE YÊN TEMENÊ WAN DI NAVBERA 60-79 SALÎ DE DIMIRIN 
 
Ji ber vîrûsê 3 hezar û 200 kes mirin e û 2 hezar û 443 kesên mirine jî jî temenê wan di navbera 60 û 79 saliyan de ne. Hat gotin yên temenê wan di bin 30 salîbûnê de ye kes ne miriye. 
 
Her wiha dîsa li gorî raporê ji 3 hezar û 200 kesên jiyana xwe ji dest dane, temênê 2 hezar û 443 kesan di navbera 60 û 79 saliyan de diguhere. Kesên temenê wan di bin 50 saliyê de jî 36 kes mirin e. Di raporê de tê gotin ji ber vê vîrûsê zilam ji jinan bêtir jiyana xwe ji dest didin. Ji 3 hezar û 200 kesî 2 hezar û 252 zilam in û 948 jî jin in.