Babacan ji bo partiyek nû ava bike serî li Wezaretê da

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Aboriyê yê AKP'ê yê berê Alî Babacan û ekiba xwe ji bo partiyek nû ava bikin, serî li Wezareta Karên Hundir da û belgeyên partiyê teslîmî wezaretê kir. 

 
Wezîrê Aboriyê û Cîgirê Serokwezîrê AKP'ê yê berê Ali Babacan, piştî ji AKP'ê îstîfa kir, ji bo partiyek nû ava bike li gel heyeta xwe çû Wezareta Karên Hundir û serlêdan kir. Babacan ji bo partiya nû belge teslîmî wezaretê kir. Tê diyar kirin ku Babacan dê Partiya Demokrasî û Pêngav (DEVA) li partiya xwe bike.