Sekreterê Giştî yê NY: Divê li Idlibê demildest agirbest were ragihandin

  • cîhan
  • 09:42 28 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir ku ji ber rageşiya li Idlibê bi fikare û banga agirbestê dubare kir. 

 
Serketerê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres têkildarî rageşî ango şerê li Idlibê daxuyanî da. Guterres bi rêya berdevk Stephane Dujarric daxuyaniyek nivîskî belav kir û diyar kir ku ew têkildarî şerê li Idlibê diqewime bi fikar e. 
 
Gutterres ji bo agirbest li Idlibê pêk were banga xwe dubare kir û rageşiya leşkerî her ku diçe zêde dibe ji bo sivîlan talûkeyek mezin derdixe holê û got: “Heke bi lez nekevin tevgerê wê rageşî her ku biçe zêde bibe û talûkeyên mezin bi xwe re bîne.”
 
Gutteres da zanîn ku wê krîza li Sûriyê bi leşkerî çareseriyek li pêş nexe û tekane rêya çareseriyê ew e ku di bin kontrola NY’yê de çareseriya siyasî li pêş bikeve.