Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa korona ketin 79 hezarî derbas kir

  • cîhan
  • 13:16 24 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa korona ketin 79 hezarî derbas kir. Ji ber vîrûsa ku ji Çînê belavî cîhanê bû, di nava 24 saetan de li Çînê 150 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî kesên li Çînê jiyana xwe ji dest dan gehişt 2 hezar û 594’an. 

Li bajarê Vûhan a eyaleta Hûbey a Çînê, vîrûsa korona (Kovîd-19) di 12’ê Kanûna 2019’an de derket holê û belavî tevahiya cîhanê bû. Ji ber vê vîrûsê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes niha bi mirinê re rû bi rû ne. Heya niha derziya dij vîrûsê nehatiye dîtin û ev vîrûs her ku diçe belav dikbe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) ji bo belavbûna vîrûsê “rewşa lezgîn” îlan kiribû. 
 
Li Çînê ji ber vîrûsa korona ya tîpa nû, dinava 24 saetan de 150 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî hejmara kesên li Çînê jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 594 kesan. Hejmara kesên bi vîrûsa nû ya Kovîd-19 ketin jî, gehişt 77 hezar û 150’an.
 
Hejmara kesên li tevahiya cîhanê bi vîrûsa korona ketin 79 hezarî derbas kir. Navê welatên ku vîrûsa korona ya tîpa nû derket holê wiha ye: 
 
- Hong Kong: 74 bûyer, 2 mirî
- Makau: 10 bûyer
- Japonya: 838 bûyer, 4 mirî
- Koreya Başûr: 763 bûyer, 7 mirî
- Îtalya : 152 bûyer, 3 mirî
- Sîngapur: 89 bûyer
- Îran: 43 bûyer 12 mirî
- DYA: 35 bûyer, yek DYA’yî li Çînê mir
- Tayland: 35 bûyer
- Tayvan: 28 bûyer, 1 mirî
- Avûstûralya: 23 bûyer
- Malezya: 22 bûyer
- Vietnam: 16 bûyer
- Almanya: 16 bûyer
- France: 12 bûyer, 1 mirî
- Amîrtiyên Erep ên Yekbûyî: 11 bûyer
-Îngîltere: 13 bûyer
- Kanada: 10 bûyer 
-Filipinler: 3 bûyer, 1 mirî
- Hindistan: 3 bûyer
- Rusya: 2 bûyer
- Îspanya: 2 bûyer
- Lubnan: 1 bûyer
- Îsraîl: 1 bûyer
- Belçika: 1 bûyer
- Nepal: 1 bûyer
- Sri Lanka: 1 bûyer
- İsveç: 1 bûyer
- Kamboçya: 1 bûyer
-Finlandiya: 1 bûyer
- Misir: 1 bûyer
- Bahreyn: 1 bûyer