Penaber: Li Kampa Oberburen şertê qişlaya eskerî li me ferz dikin

  • cîhan
  • 09:12 14 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Penaberên kampa Oberburen a girêdayî Kantona ST Gallenê ya Swîsreyê, diyar kirin ku rayedarên kampê, di bin navê "'Pergala Jiyana Nû" de şertên pergala qişlaya Eskerî li wan ferz dikin û dixwazin wan li gorî xwe entegre bikin. 

Penaberên kampa Oberburen a girêdayî Kantona ST Gallenê ya Swîsreyê, diyar kirin ku li kampê rayedar, di bin navê "'Pergala Jiyana Nû" de şertên pergala Qişlaya Eskerî li wan ferz dikin. Penaberan anîn ziman ku di serê vê hefteyê de bi navê "Pergala Jiyana Nû" bi hişyariya "Mecbûrî ye li gorî wê tev bigerin" şertê jiyana Qişlayê li ser wan ferz dikin û wiha gotin: "Me 39 kesan li dijî van şertan daxwazname da rayedaran. Li gorî agahiyên rayedarên kampê dan, ev fermana rayedarên jor e. Li gorî agahiyan dixwazin penaberan li gorî Civaka Swîsre bi terbiye bike û li gorî nîzama dewletê bi teşe bike. Bi vê pergalê dixwazin penaberan di saetên rojê de ji civakê dûr bixin, Dixwazin kar ji wan re bibînin û wan bi keda erzan bidin xebitandin. Bi vî kari dixwazin wan ji civak û siyasetê dûr bixin. Dixwazin wan li gorî xwe terbiye bikin. Her roj saet di navbera 8:30 û 16.30'an de wan li gorî şert û daxwazên xwe bidin xebitandin. Kengî bixwazin û kijan karî bixwazin di wan karan de penaberan bidin xebitandin. Ne pêkan e penaber vê yekê qebûl bikin." 
 
Penaberan anîn ziman ku li dijî vê peragalê 39 kesan daxwaznameyek îmze kiriye û xwestine daxwazên wan pêk bê û wiha bi dawî kirin: "Me 39 kesan daxwazname da. Şef û cîgirê wî li me guhdar kir. Diyar kir ku ev biryar a rayedarên jor in. Ew dê vê daxwazê ji wan re ragihînin. Lê piştre encam çi bibe em nizanin. Em dê li encamê binerin û li gorî wê em ê gavan bavêjin."