Parlamentoya Sûriyeyê 'Qirkirina Ermeniyan' nas kir

  • cîhan
  • 16:55 13 Sibat 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Sûriyeyê Qirkirina Ermeniyan ku di sala 1915'an de pêk hatibû, nas kir.
 
Qirkirina ku di sala 1915'an de Împaratoriya Osmaniyan li ser Ermeniyan pêk anîbû, ji aliyê Parlamentoya Sûriyeyê ve bi yekdengî û bi awayekî fermî hat naskirin.  
 
Seroka Komîteya Ereb û Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Sûriyeyê Bûtros Morjana, di axaftina xwe ya li Lîjneya Giştî ya Parlamentoyê de komkujiyên suryanî û aramî yên ku li sînorên bakurê Sûriyeyê pêk hatibûn bi bîr xist û ev tişt got: "Êdî dema nasîn, şermezarkirin û pêşîgirtina van çalakiyên li dijî mirovahiyê ye."