Peskov: Terorîst êrîşê hêzên Rûs dikin

  • cîhan
  • 15:18 12 Sibat 2020
  • |
img

ENQERE - Berdevkê Kremlîn Dmîtriy Peskov, diyar kir ku terorîstên li Îdlîbê êrîşî rejîma Sûriyeyê û hêzên Rûs dikin. 

Berdevkê Kremlîn Dmîtriy Peskov, derbarê daxuyaniya “Ger leşkerên me zirar bibînin, em ê girêdana xwe ya bi Mûtabakata Soçî re bi dawî bikin û em ê li herê derê êrîşî hêzên rejîmê bikine” ya Serokkomar Erdogan a îro da de, axivî.  
 
Peskov, di axaftina xwe de wiha got: “Kremlîn, girêdanbûna xwey mutabakata Soçiyê diparêze. Bi taybetî aliyê Tirkiye, qebûl kiribû rêxistinên terorê yên li Îdlîbê bi dawî bibin. Aliyê Rûsyayê ji, diyar kiribû ku ev rêxistinên terorê ji Îdlîbê êrîşî artêja Sûriyeyê û leşkerên Rûs dike.”