Rûsya bersiva Erdogan da: Em êrişî sivîlan nakin, em êrişî komên terorîst dikin

  • cîhan
  • 14:31 12 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bersiva daxuyaniyên Serokkomar Recep Tayyîp Erogan da û got "Rûsya û rejîm tenê êrişî komên terorîst dikin."

 
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniyên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan da û wiha got: "Rûsya û rejîm tenê komên terorîst dike armanca xwe." 
 
Rayedarê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Vladimir Taraprin  ji Sputnîkê re axivî û got: "Me pirî caran daxuyand ku ne Rûsya û ne jî hêzên çekdar ên Sûriyê êrişî sivîlan nakin, tenê êrişî li dijî komên terorîst ên ku şerê desthilatên rewa dikin pêk tînin."
 
Serokkomar Erdogan îro di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de rejîma Sûriyê û Rûsya bi kuştina sivîlên Idlibê tawanbar kiribû û gef li rejîmê xwaribûn û jê daxwaza vekişînê heta dûrî nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê kiribû.