Li Çînê hejmara miriyên vîrûsê gihîşt 723 kesan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê hejmara kesên ku ji ber vîrÛsa koronayê jiyana xwe ji dest dane derket 723 kesan û heta niha jî vîrûs li 34 hezar û 546 kesan geriyaye.

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba vîrûsa koronayê ya nû (2019-nCoV) jiyana xwe ji dest dane derketiye 723 kesan û hejmara kesên vîrûs bi wan geriyaye jî derket 34 hezar û 546 kesan. 
 
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC) ji ber şewba vîrûsa koronayê hejmara kesên ku ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane derket 723 kesan û vîrûs li 34 hezar û 546 kesan geriyaye û ji wan jî rewşa 6 hezar û 101 kesî pir cidî ye.
 
Li aliyê din tê texmînkirin ku şewba vîrûsa koronayê li 27 hezar û 657 kesan geriya be û ji ber vê jî 189 hezar û 660 kes jî wek gumanbar di bin çavdêriyê da ne.
 
Vîrûs di kurtedemekê da ji Vuhanê belayî bajar û eyaletên din bûbû û ji ber vê çendê jî ji 22'yê çile vir ve bajarê Vuhan di serî de li çi mezin çi piçûk li 17 bajarên girêdayî eyaleta Hubeyê veguhestina komî hatibû rawestandin. Nifûsa bajaran bi tevahî digihîje 50 milyonî.