Lîderê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Lîderê El-Qaîde Qasim El-Rîmî yê Yemenê di encama operasyoneke leşkerî ya hêzên Amerîkayê de li Yemenê hat kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihand ku lîderê El-Qaîde yê Yemenê li Girava Ereban di encama operasyona leşkeri ya hêzên Amerîkayê de li Yemenê hatiye kuştin.
 
Trump bi daxuyaniyekê ku ajansa Reutersê belav kiriye wiha got: "Rêxistina El-Qaîde li Girava Ereban bi serkêşiya El-Rîmî tundiyeke zêde li dijî sivîlên Yemenê meşand û hewl da gelek êrişan li dijî DYA’yê û hêzên me pêk bîne."
 
Qasim El-Rîmî di Hezîrana 1978’an de li Yemenê ji dayik bûye, di sala 2015’an de tev li El-Qaîdeyê bû. Her wiha derbasî Afganistanê bû û li wir fermandariya taybet di nava El-Qaîdeyê de kir.
 
El-Rîmî serkêşiya El-Qaîdeyê li Girava Ereban piştî El-Wihêşî kir. El-Wihêşî li Mekla ya li rojhilatê Yemenê hatibû kuştin.