Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 637’an

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Çînê her roja ku diçe vîrûsa korona bandora xwe zêdetir dike. Hejmara kesên ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 637’an. Hejmara kesên ku vîrûs li wan peyda bûye jî derket 31 û 161’an. 
 
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî (NHC); li tevahiya welatê Çînê ji ber vîrûsa korona ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 637’an. Hejmara kesên ku vîrûs li wan geriyaye ango peyda bûye jî 4 hezar û 821 kes jê giran hejmara giştî 31 hezar û 161’an e. Hejmara kesên ji wan tê gumanbarkirin ku vîrûs li wan peyda bûye jî derketiye 26 hezar û 359’an. Hejmara kesên hildane bin kontrolê jî derketiye 186 hezar û 45 kesan. Yên piştî hatine dermankirin û ji nexweşxaneyan hatine derxistin hejmara wan derketiye hezar û 540 kesan.