Di çapemeniya cîhanê de Idlib: Dê hêza Enqereyê têr neke

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya Cîhanê rageşiya li Idlibê pêş dikeve, wekî ku Serokomar Erdogan li hemberî Rûsya reng guhertibe nîşan dide. Di nûçeyan de diyar dikin ku hêza Enqere tune rê li pêş geşedanên li Idlibê bigire. 

Li Idlibê niha hêz di destê komên çekdar ê HTŞ û komên cîhadîst de ye. Di encama operasyona hêzên Esad a li Idlibê de duh 8 eskerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan. Ev bû sedem ku rageşiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de zêde bibe. Ev jî bû mijara niqaşên cîhanê. 
 
Rojnameya Washington Post (WP) a DYA'yê, rewşa Idlibê kir manşet û bi sernavê  “Şerê awarte û kujer ê li bajarê Sûriye Idlibê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de pêş dikeve tansiyon rakir" derket pêşberî xwîneran. 
 
WP, di nûçeyê de têkiliyê navbera Rûsya û Tirkiye derxist pêş û wiha cih da nûçeyê: "Tirkiye ji bo hêzên muxalif ên li Idlibê biparêze û berê penaberan ji ser Tirkiyeyê vegerîne, hewl dide êrîşên Sûriyeyê belav bike. Ev êrîşên dawî dê hevkariya aloz a navbera Tirkiye û Rûsya test bike. Hevkariya ku li ser bazirganî û eskeriyê hatiye avakirin, piştî hikûmetê hem li Sûriyeyê û hem jî li Libya û welatên Rojhilata Navîn piştgirî da hêzên dijber alozî zêdetir kir. 
 
Pisporê Analîst ê Koma Qrîza Navneteweyî Sam Heller, bal kişand ser eskerên li Saraqibê hatine bicih kirin û diyar kir ku ji bo Tirkiye hêzên muxalif ên li Idlibê biparêze û sivîlên ku koçî Tirkiyeyê dike asteng bike, jiyanên tirk avêtin rîskê. 
 
Di nûçeyê de diyar kir ku armanca Moskova ewe ku axa hemû Sûriyeyê paşve bistîne û piştgiriyê dide êrîşê Rejîmê ya li Idlibê. 
 
Rojnameya Deutsche Welle, (DW) jî bi ser navê “Idlib a Cîhanê ew terkî qedera wê kiriye" derket pêşberî xwîneran. Rojnameyê di nûçeyê de diyar kir ku Rejîm û Rûsya bi hevre Idlibê didin ber tang û topan û gelê Idlibê bê çare maye. Welatiyên dixwazin koçî Tirkiyeyê bikin jî Tirkiye deriyê xwe li koçberan digire. “Şerekî kujer ku bi hezaran sivîlan neçarî koçberiyê dike heye." 
 
Rojnameya Der Spiegel a Alman jî bi sernavê “Li Sûriye gelek şervanên Sûriye û Tirk ên di şer de hatin hemberî hev mirin." Rojnameyê di nûçeyê de diyar kir ku Erdogan di peymana Rûsya de sadik nemaye û Tirkiye piştgirî daye serhildêrên li Sûriyeyê."
 
 
Rojnameya Guardian, jî bi ser navê “Ji bo Idlibê şer geş dibe. Eskerên Tirk mirin" derket. Rojnameyê anî ziman ku di şerê duşemê de Tirkiye bi yekîneyên Esad û mîlîsên mutefîk re rû bi rû maye. Şerê li Sûrişe yerekî li dijî yekîneyên Esad û mîlîsên muttefîk e. 
 
 
Rojnameya Financial Times jî bi sernavê “Erdoğan piştî êrîşan ji bo ji Sûriye hesab bipirse sond xwar" û bal kişand ser rageşiya navbera Moskova û Enqereyê. 
 
Rojnameya Le Monde jî anî ziman ku Serokomar Erdogan li dijî Rûsyayê reng guhertiye û şerê li Idlibê nûjen debe peymana navbera ENqere û Moskova nû dike. 
 
 
Werger Ajansa Mezopotamya